STENBOL - Malbateke Kurd a Mûsilî daye dû rêçika koça bav û kalên xwe: Wan belgefîlmek amade kir

13-10-2023
Rawîn Stêrk
STENBOL - Malbateke Kurd a Mûsilî daye dû rêçika koça bav û kalên xwe: Belgefîlmek amade kirin
STENBOL - Malbateke Kurd a Mûsilî daye dû rêçika koça bav û kalên xwe: Belgefîlmek amade kirin
Nîşan Stenbol Kurd Mûsil Malbat
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Bi hezaran Kurdên ku çûne war û welatên nû Kurdbûn û nasnameya xwe jî ji bîr kirine.

Yek ji wan malbatan jî piştî salên 1800î ji Mûsilê derdikeve û pê re pê re li gelek deverên cîhanê belav dibe.

Piraniya malbatê berî sed salî hatine Stenbolê û li vir geş bûne û êdî ewqasî berbelav bûne ku hev nas nakin.

Karsazekî ji wê malbatê belgefîlmeke bi navê "Hebûn" amade kiriye û daye dû rêçika koça bav û kalên xwe.

Qebîleya ku li Stenbolê dijî ji bo temaşekirina vê belgefîlmê li hev kom bûn û hinekan bi saya vê xebatê hev nas kirin.

Ji bo niştecihên Stenbolê êvareke normal û asayî ye. Her kes ji karê xwe derketiye û berê wan li malê ye.

Hinek kesên ku xwe li holekê girtine bi kelecan in ku îşev ew dê şop rêçên kok û rabirdûya xwe bibînin.

Qebîleyeke mezin ku piştî salên 1860î ji Mûsilê derketiye û îro piraniya wan li Stenbolê ne û beşeke zêde ji malbatê jî hev nasnakin.

“Armanca me ew e ku miletê me Kurdbûna xwe bizane”

Hecî Necmeddîn Yalap got:

“Mezinên me, bav û kalên me behsa Mûsilê dikirin, digotin wê demê nexweşiyek li Mûsilê belav bûye û me ew der bi cih hiştiye û em hatine Cizîrê.

Tenê armanca me di vê belgefîlmê de ew e ku miletê me Kurdbûna xwe bizane.

Niha malbatên me li Stenbolê hene ku nasnameya xwe ji bîr kirine.

Em dixwazin, bav û kalên me çawa ji Mûsilê derketine Kurd bûne, em jî bizanibin em Kurd in.”

Jin, zarok, kal û pîrên vê qebîleyê tev de hatine daku li belgefîlma bi navê ‘Hebûn’ temaşe bikin ku tê de rêya koçê ya bav û kalên wan heye.

Piştî ku ew malbat ji Mûsilê berê xwe dide Cizîrê û piştre jî derbasî Bedlîsê dibin hîn Komara Tirkiyeyê nehatiye avakirin.

Gundekî Ermeniyan ê bi navê Yako li Bedlîsê salên dûrûdirêj ji wan re dibe warê nû lê dema sal tê dora 1890î, ew jî dest pê dikin berê xwe bidin Stenbolê.

“Ciwanên me Kurdîtiya xwe ji bîr kirine”

Sabahattîn Yalap ê ji malbatê anî ziman:

“Ciwanên me yên taze radibin, qet nasnameya xwe nizanin. Baş nizanin. Kurdîtiya xwe ji bîr kirine.

Di mala xwe de bi Kurdî naaxivin. Em hezar sal jî di metropolan de bin em dibêjin ax welat.

Em dixwazin ku miletê me bibe yek, bi hev re yekitiya wan çêbe û nasnameya xwe bizanin.”

Gelek kes ji malbatê weke Kurdên ku ewilîn têne Stenbolê tên zanîn. Dema ku Stenbol ji  bo yên ku hatine dibe warê nû, hêdî hêdî gund vala dibe û tevahiya wan xwe digihînin vir.

Li vir dixebitin, jiyan fireh, geş û mezin dibe. Hinek ji wan heta Amerîkayê diçin, yên mayî hinek dibin karsaz û malbat geş û mezin dibe.

Ji ber ku piraniya wan ji hev dûr ketine û nifşên nû hev nas nakin, ew belgefîlm hatiye kişandin daku hem rê û rêçika xwe bizanibin hem jî hev nas bikin.

“Em zarokên Kurdînezan ên dayikên Tirkînezan in”

Karsaz Saffet Yalap li ser rewşê got:

“Em zarokên Kurdînezan ên dayikên Tirkînezan in. Ew tiştekî bi êş e.

Kalên me di nava sedan gûzan de gûzên xwe nas dikirin lê îro em ew kes in ku biraziyên xwe, pismamên xwe nas nakin.

Di vir de jî cîheda me ya esas ew e ku em yekbûyî bimînin, bi hev re bimînin. Yekane niyet ev e.”

Li gor agahiyan ew malbat li Mûsilê wek eşîra Dawûdiyan dihatiye nasîn. Dema ewqas rê û sal bi ser de çûne li Tirkiyeyê qanûna paşnavan derdikeve.

Herwiha her birayekî malbatê ewil bi nasnavekî cûda têne tomarkirin û malbat jî ji ber vê yekê weke 5 bavikên cûda berbelav dibe.

Bi saya vê belgefîlmê perçeyên kêm digihîjin hev û ji bo ku hem Kurdayetiya wan neyê jibîrkirin û hem jî nifşên bê ji hev haydar bin, pireke kêrhatî tê danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst