Hewlêr (Rûdaw) - Li Parlamentoya Tirkiye xala 29emîn ya "Yasaya Rûbirûbûna Zanyariyên Nerast" hat pesendkirin ku opozisyon wek "Yasaya Sansûrê” bi nav dike.
Roja Pêncşemê 13ê Cotmeha 2022an xala 29emîn a yasayê ku bûbû sedem navê vê yasayê wek “yasaya sansûrê” bê binavkirin li Parlamentoya Tirkiyê bi dengên AKP û MHPê hat pesendkirin.
Li gor vê maddeyê kesekî zanyariyeke dijî aştiya giştî û zanyariyeke ne rast belav bike dê ji 1 salê heta 3 salan bi cezayê girtîgehê bê cezakirin. Wate rêya cezakirina rojnamevan û kesên li ser medya civakî zanyariyan belav dikin hat asankirin.
12ê Cotmeha 2022ê Parlamentoya Tirkiyê bo deng li ser reşnivîsa “Projeyasaya Rûbirûbûna Zanyariyên Nerast” bide civiya û 28 madeyên yekem ên wê reşnivîsê hatin pesendkirin. Lê piştî wê ji ber nerazîbûn û protestokirina yasayê ji aliyê parlamenterên Partiya Gel a Komarî (CHP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ê ve alozî li hola parlamentoyê derketin û prose hat rawestandin.
Di dema xwendina madeya 29ê ya reşnivîsê de ku cezakirina rojnamevanan bo dema sê sal û çend sansûrên din hene, parlamenterên CHP û HDPê bi çepikan nerazîbûna xwe anîn ziman û protesto kirin. Vê yekê wiha kir ku Alîkarê Serokê Parlamentoyê Haydar Akar ku rûniştin birêve dibir, neçar bû dawî lê bîne û cuda ligel serokên fraksiyonan bicive.
Eger yasaya medyaya civakî li parlamentoyê bi temamî bê pesendkirin, dê li gor yasayê rojnamevan û kesên li ser medyaya civakî parvekirinan dikin; dikarin ji salekê heta 3 salan bi cezaya girtîgehê bên cezakirin. Eger parvekirin bi navekî nihênî yan li ser navê rêxistinekê bê kirin, dê ceza bi qasî nîvê cezayê hatiye dayîn bê zêdekirin.
Eger platformên medyaya civakî yên wek Twitter, Facebook û Youtube û yên din di dema xwestî de bersiva daxwazên saziyên hikûmetê nedin dê cezayê pereyan li wan bê birîn. Dê kesên nûçeyên astengkirî parve dikin an şiroveyan li bin dinivîsînin bên cezakirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse