IMF: Aboriya Tirkiyê di 2021ê de %9 mezin dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Fona Pereyan ya Navdewletî di derbarî aboriya Tirkiyeyê ya 2021ê de, texmîna xwe ya mezinbûnê zêde kir.

Li gorî raporta Fona Pereyan ya Navdewletî, egera mezinbûna aboriya Tirkiyê di sala 2021ê de ji sedî 5,8 derketiye ji sedî 9 lê rêjeya 2022an, her weke berê ji sedî 3,3 hatiye hiştin.

Di raportê de tê pêşbînîkirin ku di 2021ê de, enflasyon ji sedî 17 be û di sala 2022an de jî ji sedî 15,4 be.

Di rapora xwe ya berê de IMFê, rêjeya enflasyonê li Tirkiyê ji sedî 13,6 û texmîna xwe y abo enflasyonê heta dawiyê îsal jî ji sedî 12,5 diyar kiribû.

Bir önceki raporda ortalama enflasyon beklentisi yüzde 13,6'yken yıl sonu enflasyon beklentisiyse yüzde 12,5'ti.

Herwha li gorî raporta IMFê, rêjeya bêkariyê li Tirkiyê di 2021ê de, weke ji sedî 12,2, û di 2022an de ji sedî 11 hatiye texmînkirin.

Di raporê de texmîna ji bo mezinbûna aboriya cîhanê di sala 2021an de ji sedî 5,9 hatiye diyarkirin, ji bo sala 2022an jî ev rêje ji sedî 4,9 hatiye destnîşankirin.