Li Tirkiyê kirîn û firotina pereyên biyanî dê bi nasname bê kirin

13-10-2021
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Perên Biyanî Nasname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Xezîne û Darayî ya Tirkiyê sîstema karkirina ofîsên pereyên biyanî guhert û êdî di kirîn û firotina pereyên biyanî de dê nasname bê xwestin.

Wezareta Xezîne û Darayî ya Tirkiyê di rêziknameya sîstema karkirina ofîsên pereyên biyanî de guhertin çêkir û ev sererastkirin di Rojnameya Fermî de hate belav kirin. Ofîsên pereyên biyanî di biryara hejmar 32 ya derbarê parastina nirxê pereyên Tirkî de weke saziyên erkdar hatine pênase kirin.

Li gor vê biryarê ofîsên pereyên biyanî divê hejmara Nasname û Pasaport an jî hejmara Nasnameya Bacê ya mişterî werbigre û bi awayekî ku dîrok, demjimêr û pîvan bê dest nîşankirin her karê tê kirin dê li hesabekî an jî lênûsekê bê tomarkirin.

Herwiha hatiye diyar kirin ku karmendên ofîsên pereyên biyanî dê hejmara ku mişterî dide li ser belgeyên mişterî wek Nasname, Pasaport û Nasnameya Bacê kontrol bike û ev zanyariyên mişterî dê bên tomar kirin.

Li Tirkiyê piştî Banka Navendî 23ê Îlona 2021ê rêjeya faîzê 1 puan daxist, heta niha bilindbûna dolarê Amerîkî li beramber lîreyê Tirkî berdewam e. Dolar 11ê Cotmeha 2021ê piştî girtina borseyan li beramber lîreyê Tirkî rekoreke nû tomar kir û 1 dolarî  9 lîreyê tirkî derbas kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst