Ji ber bûyerên Kobanî biryara girtina Tuncel û Tugluk hat dan

13-10-2020
RÛDAW
Nîşan Sebahat Tuncel Aysel Tugluk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di dosyeya bûyerên Kobanî de biryara girtinê ji bo Sebahat Tuncel hevseroka berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Aysel Tugluk, parlamentera berê ya Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) de hat dan, ew jî di demekê de ku herdu kes ji sala 2016ê ve di zindanê de ne.

Lêpirsîna derbarê bûyerên Kobanî yên sala 2014 de, ji aliyê Serdozgerê Komarî yê Enqerê destpê kiriye û piştî biryara girtina Sebahat Tuncel û Aysel Tugluk, hejmara siyasetvanên Kurd ku têkildarî vê dosyeyê hatine girtin, digihe 20 kesan.

Proseya dadgehîkirina Tuncel û Tuglok roja Duşemê 12ê Cotmeha 2020an, di 5mîn Ddageha Cezayên Giran a Enqerê hat sazkirin. Tuncel û Tugluk ji zindana kandra bi rêya sîstema deng û reng beşdarî di civîna dadgehê de kirin û dadgehê biryara girtina wan da.

 Aysel Tugluk hevserok û parlamentera berê ya HDPê di sala 2016 de ji aliyê 17mîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê ve bi tometa ku rêvebera PKKê ye, sizayê 10 sal zindanîkirinê bi ser hat sepandin. Tugluk ji 29ê Kanûna 2016an ve ta niha li zindana Kandra girtî ye.

Sebahat Tuncel, hevseroka berê ya DBP, di sala 2016an de ji aliyê 5mîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve bi tometa endambûna di PKK de, sziayê 9 sal û 9 meh zindanîkirinê bi ser de hat sepandin, herwiha bi tometa propagandaya bo PKKê jî cezayê 5 sal û 3 meh lê hate birîn, û bi giştî cezayê 15 sal zindanîkirinê bi ser hat sepandin û ji wê demê ve ta niha girtî ye.

Di 20ê Îlona 2019an de, di çarçoveya lêkolînên li ser heman dosyeyê de, sizayê girtinê bo hevserokê berê yên HDPê, Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag hatibû dan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst