Sînorê Efrînê- Artêşa Tirkiye mayinan diçîne

Efrîn (Rûdaw)- Artêşa Tirkiyê li ser sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê li hember Efrînê dest bi çandina mayinan kiriye.

Li gorî agahiyên Rûdawê, li ser sînorî Efrînê ji aliyê Bakurê Kurdistanê ve, Hêzên Parastina Sînor yên Tirkiyê dest bi çandina mayinan kirine, ew jî bo rê li ber çûn û hatina di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de li herêma Efrînê bigirin.

Her li gorî wan agahiyên ku hatine bidestxistin, Artêşa Tirkiyê nahêle welatiyên kurd ên Rojava ku gund nêzîkî sînor in, biçin ser erdên xwe, lewma gundi nema karin hemû erdê xwe biçînin.

Di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê û ji ber nebûn yan jî girtina deriyên sînorî liber çûn û hatina welatiyan, xelkê Rojava neçar dibin ku bi qaçaxî derbasî nav Tirkiyê bibin, lê piraniya çaran polîs wan digirin û gelekî li wan didin.

Herêma Efrînê dikeve hemberî Dîlokê (Entabê). Sînorê wê ji aliyê bakur û rojava de, Tirkiye ye. Ji aliyê rojhilat û başûr de di destê hêzên dijbereya Sûriyê de ye.

Xelkê wê û bi taybetî xor, ji ber rewşa xerab û dorpêçiya li ser wê herêmê, neçar dimînin ku berê xwe bidin Bakurê Kurdistanê.