Serokê CHPyê ji bo hilbijartinên pêşwext bangî Erdogan kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPyê ji bo hilbijartinên pêşwext bangî Serokkomarê Tirkiyeyê kir û got, “Eger îdiaya Erdogan a namzediyê hebe dîroka dawî meha Çiriya Paşîna 2025an e.”

Serokê CHPyê Ozgur Ozel bajarê Kocaeliyê yê Tirkiyeyê beşdarî civîna Desteya Akademîk a Buroyên Kedê bû û derbarê mijarên di rojevê de axivî.

Ozel li ser hilbijartinên pêşwext axivî û diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan eger bixwe biryara hilbijartinên pêşwext bide nikare bibe namzed û anî ziman:

“Li gorî destûrê eger parlamento bi 360 parlamenteran biryara hilbijartinan bide, serokkomarê heyî cara dawî dikare bibe namzed.

AK Partî l igel MHPyê ne xwediyê wê piraniyê ye ku vê yekê bike.

Ji ber wê jî pêwîstiya wan bi me mixalefetê heye.”

“Dîroka dawî Çiriya Paşîna 2025an e”

Ozgur Ozel ragihand, eger desthilat heta meha Çiriya Paşîna 2025an biryara hilbijartinên pêşwext bide ew dê di parlamentoyê de piştgiriya wê biryarê bikin û got:

“Piştî wê neyên û li deriyê me nedin.

Eger îdiayeke Erdogan a dubare namzediyê hebe dîroka dawî Çiriya Paşîna 2025an e.”

Recep Tayyîp Erdogan di gera duyem a Hilbijartinên Serokkomariyê yên 28 Gulana 2023yan de bi rêjeya ji sedî 52,18ê dengan careke din bû Serokkomarê Tirkiyeyê.

Partiya wî AK Partî jî di Hilbijartinên Parlamentoyê yên 14ê Gulana 2023yan de li gel Hevpeymaniya Cumhur ji sedî 49,7ê dengan bi dest xist û bû yekem.

AK Partî di 22 salên desthilata xwe de cara yekem e di hilbijartinên xwecihî yên Adara îsal de bû duyem û CHP jî bû yekem.

CHP jî niha ji ber serkeftina xwe û hem jî bi taybetî li ser rewşa aborî û bihabûna jiyanê û rewşa Tirkiyeyê zexta hilbijartinên pêşwext li desthilatê dike.