Gaming Istanbul 2024: Lîstikên dîjîtal argumentên kêfxweşiyê ne

Stenbol (Rûdaw) – Festîvala Gaming Istanbul 2024an bi beşdariyeke zêde û rengîn dest pê kir.

Mêvanên tên festîvalê eşkere dikin ku lîstîkên dijîtal ji bo wan argumentên kêfxweşiya jiyanê ne.

Pêşketina teknolojî û zanistê li her aliyê cîhanê rê û rastiyên nû dide pêşiya mirovahiyê.

Yek ji wan jî cîhana lîstikên dijîtal e ango rastiya derveyî cîhana rasteqîn e.

Li ser rûyê cîhanê qebareya wê sektorê her ku diçe zêdetir dibe û rikeberiyeke bi milyon dolarî li sektorê heye.

Bi milyonan keç û xort her roj bi seatan li ser komputerên xwe di vê cîhana derveyî rasteqîniyê de jiyaneke nû ji xwe re ava dikin.

Li Stenbolê pêşangeheke balkêş bi vê cîhanê bi rê ve diçe û bi sedan kes bi kostum, make up û aksesûarên cuda tevlî pêşangehê dibin.

Jî 20 welatan kompanya li pêşengehê amade ne

Bi taybetî nifşê Zyê ku eleqeyeke zêde nîşanî vê cîhana nepenî ya bêsînor dide bi kostûm û make upên karekterên lîstikên dîjîtal li pêşangehê amade bû.

Qebareya Tirkiyeyê ya vê qadê jî her ku diçe zêdetir dibe.

Li gorî amaran li Tirkiyeyê nêzîkî 47 milyon kes bi lîstikên dîjîtal re mijûl dibin.

“Em dikarin pêşbaziyê bi cihanê re bikin”

Berpirsê kompanyayekê Kerem Aydin li ser ekosîstema lîstikên dîjîtal got:

“Ekosîstema lîstikan li Tirkiyeyê gelekî pêşketî ye û hîn rêya me gelekî dirêj e.

Em niha dikarin pêşbaziyê bi cîhanê re bikin.

Li gel vê yekê em bi pêşengiya Teknokent Istanbulê hewl didin hemû aktor û fîrmayên qadê, amadekarên vê pêşengehê û kesên pêwendîdar li hevdû kom bikin."

Em dixwazin ekosîstemeke mezintir ava bikin.”

Li gorî nêrînekê cîhan êdî diqulipe vê alemê û piştî demekê dê mirov jiyana xwe di nava van sepan û lîstikên dîjîtal de ava bikin û ew bingeh hatiye danîn.

Amarên berdest nîşan didin ku qebareya vê bazarê li ser asta cîhanê gihîştiye 240 milyar dolarî.

Zêdeyî 3 milyar kes bi awayekî beşeke jiyana xwe di nava lîstikan de derbas dikin.

Kamil Tek jî yek ji wan kesan e ku jiyana xwe li ser komputerê li nava lîstikan derbas dike.

Kamîl Tek diyar kir ku lîstikên dîjîtal ji bo wî tenê argumenteke kêfxweşiyê ye.

Ceyla Zîlek jî dem ji lîstikên dijîtal re vediqetîne û wiha behsa serboriya xwe ya jiyana dijîtal dike:

“Ez di heman demê de xwendekar im. Helbet şêwe û rengê min carinan li dibistanê dibe sedema tinazan.

Mamoste carinan tinazên xwe bi min dikin lê ew tiştên xweşik in û ji bo min nabe pirsgirêk.

Malbata min, derdor û hevalên min di vê rêyê de piştgiriyê didin min. Ev jî ji bo min tiştekî super e.”

“Ez ji xêzefîlman hez dikim”

Her wiha Ceylînê jî wiha behsa nêrîna xwe ya li ser lîstikên dijîtal kir:

“Bi ya min ew lîstik cîhana xeyalî ya ciwanan geştir dike û ji bo min jî tiştekî gelekî baş e.

Ji ber wê di jiyana min de jî her tim lîstik û xêzefîlm hene û ez ji wan hez dikim.”

Tirkiye jî yek ji wan welatên pêşketî ye di warê afirandina sepan û lîstikên dijîtal de.

Hejmara wan kesên bi awayekî pereyan di vê qadê de xerc dikin ji 12 milyon kesî zêdetir e.

Para Tirkiyeyê di nava bazara cîhanî de gihîştiye nêzikî 2 milyar dolaran.

Stenbol sala çûyî piştî Londonê duyemîn bajar bû ku peymanên herî zêde yên sektorê lê hatine îmzekirin.

Ew festîval dê 3 rojan berdewam bike û dê 45 hezar kes bibin mêvanê festîvalê û sepan û lîstikên nû biceribînin.