Polîsan li Kocaeliyê ciwanek kuşt

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyeyê ciwanek ji ber ku “ranewestiyaye” ji aliyê polîsan ve hat kuştin.

Li gorî agahiyan, dema K.U. (21) motorsîklêta xwe diajot polîsan xwestiye wî rawestînin.

Lê K.U. fermana “raweste” bi cih neaniye û bi motorsîklêta xwe "reviyaye."

Polîsan jî daye dûv û gule berdanê.

K.U. bi guleya polîsan birîndar bûye û ketiye erdê.

Tîmên tenduristiyê ciwanê birîndar gihandiye Nexweşxaneya Dewletê ya Fatîh Gebzeyê lê ew ji mirinê nefilitiye.

Hat ragihandin ku polîsek ji ber bûyerê hatiye desteserkirin.