Li Stenbolê av ji sedî 25 hat bihakirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê pêşniyara zêdekirina bihayê avê ya bi rêjeya ji sedî 25 hat pesendkirin.
Li avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê civîna 3yemîn a awarte ya Encûmena Giştî ya Saziya Avê û Binesaziya Stenbolê hat sazkirin.
Di civînê de pêşniyara bihakirina avê ya bi rêjeya ji sedî 60 a meha Îlonê hat rojevê.
Piştî gotûbêjan bi piraniya dengên endamên encûmena şaredariyê biryar hat dayîn ku nirxê avê ji sedî 25 li Stenbolê bê bihakirin.
Li gor nirxên nû bihayê her metre sêgoşeya avê ji 16,50 lîreyan bû 20,62 lîre.
Di hilbijartinan de Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê 31Adara 2019an ji AK Partiyê, ketibû destê Partiya Gel a Komarî (CHP).
Stenbol bajarê herî qelebalix ê Tirkiyeyê ye
Li gor amarên sala 2021ê hejmara nişteciyên Stenbolê 15 milyon û 840 hezar û 900 kes bû.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bajarê ku herî zêde Kurd lê dijîn Stenbol e.
Di havînan de rojane pêwîstiya Stenbolê bi zêdetiriî 3 milyon metre sêgoşe av heye.