Li Stenbolê av ji sedî 25 hat bihakirin

13-09-2023
RÛDAW
Nîşan Stenbol Av
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê pêşniyara zêdekirina bihayê avê ya bi rêjeya ji sedî 25 hat pesendkirin.

Li avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê civîna 3yemîn a awarte ya Encûmena Giştî ya Saziya Avê û Binesaziya Stenbolê hat sazkirin.

Di civînê de pêşniyara bihakirina avê ya bi rêjeya ji sedî 60 a meha Îlonê hat rojevê.

Piştî gotûbêjan bi piraniya dengên endamên encûmena şaredariyê biryar hat dayîn ku nirxê avê ji sedî 25  li Stenbolê bê bihakirin.

Li gor nirxên nû bihayê her metre sêgoşeya avê ji 16,50 lîreyan bû 20,62 lîre.

Di hilbijartinan de Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê 31Adara 2019an ji AK Partiyê, ketibû destê Partiya Gel a Komarî (CHP).

Stenbol bajarê herî qelebalix ê Tirkiyeyê ye

Li gor amarên sala 2021ê hejmara nişteciyên Stenbolê 15 milyon û 840 hezar û 900 kes bû.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bajarê ku herî zêde Kurd lê dijîn Stenbol e.

Di havînan de rojane pêwîstiya Stenbolê bi zêdetiriî 3 milyon metre sêgoşe av heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst