Li Zonguldakê kana komirê hilweşiya: Miriyek, 3 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Eregliyê ya parêzgeha Zonguldakê yê Tirkiyeyê kaneke komirê bi ser karkeran de hilweşiya.

Di bûyerê de karkerekî canê xwe ji dest da û 3 karker jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan li navçeya Eregliyê ya Zonguldakê kaneke komirê ya girêdayî Saziya Komirê ya Tirkiyeyê ji ber sedemeke nediyar hilweşiya û 4  karker di bin xirabeyên wê de man.

Li ser agahdarkirinê hejmareke zêde ya tîmên tenduristiyê, Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) çûn cihê bûyerê.

Tîman ji bo derxistina karkerên di bin kanê de mane xebat da destpêkirin.

Parêzgarê Zonguldakê Osman Hacibektaşoglu ragihandibû ku 4 karker di bin kana hilweşiyayî de mane.

Hacibektaşoglu herwiha diyar kir ku tîman xwe gihandiye 3 karkeran û karekerek jî bi birîndarî hatiye derxistin ku birînên wî xedar in.

Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyeyê jî ragihand ji 4 karkerên di bin kanê de mane yekî ji wan canê xwe ji dest daye û 3 jî bi birîndarî hatine rizgarkirin.