Mugla: Termên 5 jê zarok 6 koçberan ji deryayê hatin derxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Mugla yê Tirkiyê di nav Deryaya Egeyê de 2 jê pitik û 3 jî jê zarok termê 6 koçberan hatin dîtin. Karûxebatên lêgerîna termên 2 jê pitik 5 koçberên din jî berdewam in.

Li gor daxuyaniya ku hi aliyê Fermandariya Ewelhiya Perevan a Tirkiyê ve hatiye belav kirin tîmên wan di demjimêr 00.10ê şeva 13ê Îlona 2022ê li devera Kizilburun a bajarê Muglayê li ser agahiya ku di nav deryayê de çend belemên koçberan hene bi dû beleman çûn cihê bûyerê.

Li gor zanyariyan tîman di nav 3 belaman de bi giştî  66 kesên ku di deryayê de asê mabûn ji deryayê derxistin.

Li gor zanyariyên wan koçberên ku ji deryayê hatine derxistin ji tîman re gotine ku belemeke din a koçberan jî ligel wan bûye ku ji aliyê Yunanîstanê ve hatiye vegerandin û ew belem xuya nake.

Li ser zanyariyên koçberan tîman di nav deryaya Egeyê de bi beşdariya helicopter û balafiran  dest bi karûxebatên lêgerînê kirin.

Li gor ku Ajansa Fermî ya Tirkiye dibêje di encama xebatên lêgerînê di wê belema nîvniqumbûyî de 7 koçberên din  bi saxî ji deryayê hatine derxistin ku xwe bi belemê ve girtibûn. Herwiha 2 jê pitik, 3 jî zarok termê 6 koçberan jî hatine dîtin.

Li gor zanyariyên 7 koçberên di wê belema 4emîn de 18 kes ligel wan bûn. Li ser vê yekê tîman ji bo dîtina 5 koçberên din ên winda ku 2 jê pitik in dest bi xebatên lêgerînê kirin.

Li gor zanyariyên koçberên ji deryayê hatine derxistin, ew 10ê Îlona 2022ê  bi belemeke 15 metreyî ji  Lubnanê birêketine daku xwe bigehînin Îtalyayê,  lê duh 12ê Îlona 2022ê li navçeyên deryayî yên Rodosê sotemeniya wan temambûye û ew ji aliyê Yunanîstanê ve li 4 beleman hatine siwarkirin û bo navçeyên deryayî yên Tirkiye hatine  vegerandin.