Ji ber parvekirina stranên Kurdî cezayê zindanê li ciwanekî Kurd hat birrîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê, ciwanek Kurd ji ber stranên Kurdî li ser hesabê xwe yê medya civakî belavkiriye sal û 6 meh û 22 roj cezayê zindanê lê hat birrîn.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, ciwanê bi navê Yusuf Guneş bi sedema ku di sala 2021ê di sê demên cuda de li ser hesabê xwe yê medya civakî Stranên Kurdî belavkirine Dozgeriya Komarê ya Xarpêtê  lêpirsîn dabû despêkirin.

Di encama vê lêpirsînê de Guneş di 4ê Nîsana 2022ê li Stenbolê hate desteserkirin. Piştî îfadeyê ew şandin Edliyeya Stenbolê.

Di 15ê Nîsanê de jî di derbarê vî ciwanî de bi hînceta ku “piropigandaya rêkxistinê kiriye” îdianame hat amadekirin.

Îro 13ê Îlonê yekem rûniştina doza di derbarê Guneş de birêve çû. Ji ber parêzerê wî tine bû ew bi rêya sîstema deng û reng ya (SEGBİS) beşdarî rûniştinê bû. Guneş tohmetên ku li ser wî tên gotin red kirin û got ew stranên wî belavkirîn Kurmancî bûne û ew bixwe Zaza ye naveroka van stranan nezaniye.

Lê tevî vê yekê jî dagehê di derbarê ciwanê Kurd Yusuf Guneş bi tohmeta ku bi van stranên Kurdî “piropagandaya rêkxistinê kiriye” biryara 1 sal û 6 meh û 22 roj cezayê zindanê lê birrî.