Baro û Odeya Pizîşkan ên Stenbolê: Divê girtiyên nexweş bên berdan

13-09-2022
RÛDAW
Nîşan Baroya Stenbolê Girtiyên Nexweş Odeya Pizîşkan a Stenbolê Osman Kuçukosmanoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baro û Odeya Pizîşkan ên Stenbolê ji bo girtiyên nexweş ên ku nikarin di girtîgehê de jiyana xwe bidomînin hişyarî dan û xwestin  ew girtî bên azadkirin. Baroya Stenbol û Odeya Pizîşkan a Stenbolê 13ê Îlona 2022ê civîneke hevbeş a çapemeniyê saz kirin û banga dabînkirina xizmetên tendirûstiyê bo girtiyên nexweş û azadkirina wan kirin.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hat kirin ku azadnekirina girtiyên nexweş di heman demê de tê wateya binpêkirina mafên tendirûstî û mafê jiyanê ku bi Destûra Bingehîn tên parastin. Herwiha Endamê Lijneya Mafên Mirov a Odeya Pizîşkî ya Stenbolê Osman Kuçukosmanoglu bal kişand ser wê yekê ku li girtîgehan xizmetên tendirûstî bi awayekî çalak nayên kirin û di mijarên rêgirtina li ber nexweşiyan an jî zû pêhesîna bi nexweşiyan rêveber û berpirsên girtîgehan gelekî dereng dimînin.

Endamê Lijneya Mafên Mirov a Odeya Pizîşkî ya Stenbolê Osman Kuçukosmanoglu got: “Mijara girtiyên nexweş dem bi dem dikeve rojevê. Heta ev pirsgirêk neyê çareserkirin dê her bê rojevê. Aysel Tugluk jî hê girtî ye. Ev parlamenter demeke dirêje ligel nexweşiya xwe ya giran di girtîgehê de tê girtin. Hejmareke zêde ya nexweşan li girtîgehan canê xwe ji dest didin. Daxwaza me ji Wezareta Dadê ew e ku banga me bibihîze û gavên pêwîst bavêje. Tenê ji ber pîşeya me be jî em dê her van tiştan dûbarê bînin ziman.”

Li gor amarên Komeleya Mafên Mirov (IHD) li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 1605 girtiyên nexweş hene û rewşa 604 kesan ji wan metirsîdar e û di 8 mehên destpêka îsal de herî kêm 50 girtiyên nexweş canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst