Bi hinceta Cemaeta Gulen 13 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Stenbol, Edene, Îzmîr û Ispartayê yên Tirkiyê, bi hinceta “endamtiya Cemaeta Gulen” 13 kes hatin desteserkirin.

Tîmên Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê, bi hinceta “endamtiya Cemaeta Gulen” ji bo desteserkirina 15 kesan operasyonek dan destpêkirin.

Di operasyonê de li parêzgehên Stenbol, Edene, Îzmîr û Ispartayê yên Tirkiyê 13 kes hatin desteserkirin. Hat ragihandin ku ji bo desteserkirina 2 kesan jî kar û xebat berdewam in.

13 kesên desteserkirî bo Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê hatin birin. Piştî wergirtina îfadeyên wan 13 kes bo Dadgeha Stenbolê hatin şandin.

Dadgehê derbarê 3 kesan de biryara girtinê da û 5 kes bi şertên konrola edlî û 5 kes jî bêyî şertên kontrola edlî hatin berdan.