Hewlêr (Rûdaw) - Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê ragihand ku di 7 mehên destpêkê yên 2024an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 249 jin hatine kuştin.
Federasyona Komeleyên Jinan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî rapora 7 mehan a derbarê kuştina jinan belav kir.
Li gorî raporê, di 7 mehên destpêkê yên îsal de 249 jin hatine kuştin û meha tîrmehê jî 28 jin hatine kuştin.
Di nava jinên ku hatine kuştin de zarokeke 5 salî û jineke 88 salî jî hene.
Ji 28 jinên ku tîrmehê hatine kuştin 12 ji aliyê malbatê ve û 4 ji aliyê hevjînê berê ve hatine kuştin.
Mirina 6 jinan jî bi guman e. Sedema mirina 6 jinan jî ne diyar e.
15 jin bi çekê hatine kuştin û 5 jin jî bi amûreke birînê hatine kuştin.
22 jin li mala xwe hatine kuştin
22 jin li mala xwe hatine kuştin, 4 jin li cihên giştî hatine kuştin, jinek li cihê kar û jinek jî li cihekî ne diyar hatiye kuştin.
Meha hezîranê jî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 38 jin hatine kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse