Kesên li derdorê dan ber kêran û vîdeo girt

Duh li 10:41
Nîşan Eskîşehir Birîndarkirin Kurd Heqaret
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tepebaşiyê yê bajarê Eskîşehîrê yê Tirkiyeyê kesekî bi rûpoş kesên li derdorê dan ber kêran û ev kêlî qeyd kirin.

Ciwanê bi navê Arda K. yê 18 salî doh êvarî tevirek xistibû ber pişta xwe, maske dabû ber rûye xwe û hema ketober xelk da ber Kêran.

Arda K. bi wî awayî 5 kes birîndar kirin û birînên 2 birîndaran xedar in.

Arda K. piştî bûyerê xwest bireve lê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Tîmên tendurustiyê jî birîndar veguhastin Nexweşxaneya Bajêr a Eskîşehîrê.

Tê gotin ku wî ciwanî gotiye ew bi lîstikeke kompîterê leyîstiye û di bin bandora lîstikê de ew êriş kiriye.

Ciwanê ku kumzirxekî Naziyan dabû serê xwe, berê li ser hesabê xwe yê Telegramê “manîsfesto”yek weşandiye ku ji 16 rûpelan pêk tê.

“Divê hemû Kurd bên kuştin”

Arda K. di wê manîfestoyê de heqaretan li Kurdan dike û dibêje:

“Ciwan, kal û pîr ferq nake, divê hemû bên kuştin.”

 

Alavên wî hatin girtin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst