Navenda Kartan a Bankayan hejmara kartên krediyê eşkere kir

13-08-2023
RÛDAW
Nîşan Kartên Krediyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Kartan a Bankayan ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 35 milyon kes kartên krediyê bi kar tînin ku bi giştî 85 milyon kes li wî welatî dijîn.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, ji ber enflasyona zêde û bihabûnê, xelk ji neçariyê ji bankayan kartên krediyê werdigirin û pêwîstiyên xwe deyn dikin.

Li gorî amaran, hejmara kartên krediyê 3 qatan zêde bûye.

Herwiha 35 milyon û 100 hezar kes karteke krediyê yan jî zedetir ji kartekê bi kar tînin.

Hejmara kartên krediyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gihîştiye 108 milyon û 300 hezaran.

Meha Hezîrana 2023yan 162 hezar kesan cara yekem karta krediyê bi kar aniye.

Bi giştî serê her welatiyekî 22 hezar û 534 lîre deynê kartên krediyê heye.

Sala par di heman mehê de ev deyn serê welatiyekî 8 hezar û 781 lîre bû.

Herî zêde li parêzgehên Colemêrg, Şirnex û Amedê yên Bakurê Kurdistanê û li parêzgehên Bîlecik û Sinopê yên Tirkiyeyê deynên welatiyan ên kartên krediyê zêde bûne.

Li gorî amaran, welatiyan herî zêde li marketan û piştre di sektora tenduristiyê de kartên krediyê bi kar anîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst