Mîthat Sancar dê beşdarî bîranîna Haci Bektaş Velî bibe

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar dê di 16ê Tebaxa 2022an de li Nevşehîrê beşdarî merasîma bîranîna Haci Bektaş Velî bibe.

Di daxuyaniya HDPê ya li ser serdanê de hat gotin, “Em dê bi şandeke ku ji Komîsyona Gelan û Baweriyan, Maseya Elewiyan, parlamenter, endamên encûmena partiyê û gelê xwe pêk tê li wir bin.”

Şanda HDPê dê serdana Şaredariya Hacibektaş, Komeleya Haci Bektaş Velî, Komeleya Hûnkar Haci Bektaş Velî, Abîdeya Ozanan Deliklitaş, Cemxaneya Bagcilarê bike.

Şanda HDPê her wiha dê serdana dergah û esnafan jî bike.