RÛDAW/TAYBET – Tirkiye nêzîk Yekitiya Ewropayê dibe yan Şengayê

13-08-2016
Kemal Avcı
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Têkiliyên nû yên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de di çapemeniya Tirkiye û Ewropayê de bûn sedem ku niqaşên armanca dewletî ya polîtîkayên derve ya Tirkiyê gur bibin.


Herwiha di van niqaşan de şiroveyên weke “Tirkiye dê dev ji endambûna Yekitiya Ewropayê berde, li dewsa Yekitiya Ewropayê berê xwe bide welatên Şengayê” tên kirin.


Cîgirê Wezîrê Yekitiya Ewropa yê Tirkiyê Alî Şahîn daxuyanîyeke taybet da Rudawê û got endambûna Yekitiya Ewropayê ji bo Tirkiyyê armanceke pirr giring e.


Alî Şahîn wiha axivi:


“Endambûna Yekitiya Ewropayê ji bo Tirkiyê armanceke stratejîk e. Ne  pêkan e ku em dev jê berdin. Li gorî me Yekitiya Ewropayê projeya sedsalê ya şaristaniyê ye. Projeya aşitiyê ye. Helwesta Tirkiyê ya di vî warî de gelekî zelal e. Lê belê divê Ewropa jî xwe ji helwestên bi nakokî û şêlû paqij bike û weke Tirkiyê zelal be.”


Di sala 2013yan de rêkeftina paşve qebûlkirina penaberan di navbera Tirkiye û Yekitiya Ewropayê de hatibû îmzekirin.


Li gorî Cîgirê Wezîrê Yekitiya Ewropa yê Tirkiyyê eger ku Yekitiya Ewropayê ji bo welatiyên Tirkiyê mafê vîzeyan nede dê ew rêkeftina bê betalkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst