Yerlîkaya: Di lehiyê de 3 kesan canê xwe ji dest dane

13-07-2023
Zozan Çetîn
Nîşan Tirkiye Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya derbarê zirarên lehiyê de ragihand ku di encama lehî û barana zêde ya li parêzgehên Samsun, Zonguldak û Gîresunê de 3 kesan canê xwe ji dest dane.

Alî Yerlîkaya serdana bajarokê Beycuma ya ser bi Zonguldakê û navçeyên Ereglî û Guluç ên Deryaya Reş, cihên lehî li wan rabûbû, kir. Piştî serdana xwe ya wan navçeyan, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê bi civîneke çapemeniyê encamên wê karesata xwezayî eşkere kirin.

Yerlîkaya got: “Ji ber barana zêde û lehiyê li Samsunê 1, li Zonguldakê 1 û li Gîresunê jî 1 bi giştî 3 welatiyan canê xwe ji dest dane.” Derbarê zerar û ziyanên maddî yên lehiyê de jî Yerlîkaya got: “Barana zêde û lehiyê bandor li 10 parêzgeh, 82 navçe û 1,353 gundan kiriye. Bajarên herî zêde bandor li wan bûye jî Bolu, Duzce, Giresun, Kocaeli, Kastamonu, Karabuk û Samsun bûne.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê herwiha got: “Di dema baran û lehiyê de 210 rê hatine girtin, piştî paqijkirinê hatine vekirin. Li parêzgeh, navçe û gundan elektirîka 625 cihên niştecihbûnê qût bûye. Di heman demê de ava 165 ciha qût bûye. Li parezgeha Zunguldakê jî av ketiye nav 915 mal û hezar û 317 cihên kar.”

Yerlîkaya dibêje: “6 hezar û 611 personelên ser bi navenda AFADê, 1,390 cendirme, 1861 polîs, 2 helîkopter, 578 makîneyên kar li wan parêzgehan beşdarî kar û xebatan bûne. 23 welatî bi helîkopteran û 608 welatî jî bi belem û makîneyên kar hatine rizgarkirin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst