Li nav bajêr otomobîlekê li nûciwanekî Îranê da û ew kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kutahyayê ya Tirkiyê otomobîlekê li nûciwanekî Îranî da û di encam de wî nûciwanî canê xwe ji dest da.

Bûyer derengê şeva bihorî li Taxa Akkent a Kutahyayê çêbûye. Hatiye ragihandin, otomobîlekê li nûciwanê 16 salî yê bi navê Huseyîn Rezaî yê ji Îranê xist.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê boyerê hatin şandin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, ji ber otomobîl gelekî bi lez bûye dema li Rezaî dide û wê davêje kêleka rê, heta tîmên tendirustiyê digihin cihê bûyerê, ew nûciwan canê xwe ji dest dide.

Termê Rezaî ji bo lêkolînê bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Evliya Çelebî ya Kutahyayê hatiye veguhestin.

Hatiye ragihandin ku şofêrê otomobîlê jî hatiye desteserkirin.