Weşanxaneya Can peyva Kurdistanê sansûr kir

13-07-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Weşanxaneya Can Paulo Coelho Yazdeh Xulek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Weşanxaneya Can ku li Tirkiyê yek ji mezintirîn weşanxaneyan e, di wergera pirtûka Paulo Coelho de peyva “Kurdên li Kurdistan”ê sansûr kir û li şûna vê peyve “Kurdên li Rojhilata Navîn dijîn” bikar aniye.

39emîn çapa pirtûka “On Bir Dakika” (Yazdeh Xulek) a nivîskarê Brezîlî Paulo Coelho ji Weşanxaneya Can derket.


 

 

Di çapa nû de tişta balkêş ew e ku weşanxaneyê pîvanên weşangeriyê binpê dike û peyva Kurdistanê sansûr kiriye.

Di çapa îngilîzî de peyva Kurdên li Kurdistanê hatiye bikaranîn, lê Weşanxaneya Can ev peyv wek "Kurd li Rojhilatanavîn dijîn" werger kirine.

Paulo Coelho dema ku behsa Maria dike û dibêje: “Ew çûbû kafeya înternetê û keşf kiribû ku Kurd ji Kurdistanê hatine, dewleta ku nîne û niha di navbera Tirkiye û Iraqê de dabeşkirî ye.” Lê weşanxaneyê wergera vê beşê jî nekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst