Etiyopya hewl dide bi çandina 200 milyon şitlê daran rekorê bişkîne

Hewlêr (Rûdaw) - Li Başûrê eyaleta Etiyopyayê dê 200 milyon şitlê daran were çandin. 

 

Şitlên daran dê di çarçoveya projeya "4 milyar dar" a ku ji aliyê Serokwezîrê Etiyopyayê Abiy Ehmed ve hatibû destpêkirin bên çandin. 

 

Serokê Ofîsa Çavkaniyên Sirûştî û Çandiniya Herêma Gedeoyê Leta Legesse daxuyanî da rojnamevanan û got ku wan erd kolane û ji 10 milyonî zêdetir şitlê daran amade kirine.

 

Leta Legesse diyar kir ku hedefa wan rekoreke nû ye û wiha axivî: "Me hemû amadehiyên xwe kirin. Em dixwazin bigihêjin hedefa Serokwezîrê me ya ji bo 4 milyar daran danîbû. Ji bo şikandina rekorê hemû kêmasî temam kirin. Em êdî amade ne."

 

Beriya vê ev rekor li Hindistanê hatibû şikandin. Li Hindistanê di sala 2016an bi beşdarbûna 800 hezar kesan ji 50 milyonî zêdetir şitlên daran hatibûn çandin.