Li Tirkiyê proseyeke aştiyê bêyî HDP û PKKê di rojevê de ye

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî hilbijartinan li Tirkiye careke din behsa ji nû ve dest pê kirina proseyeke nû ya aştiyê  tê kirin. Hinek şirovekarên nêzikî hikumetê îdia dikin, ku dê di demeke nêzîk de proseyeke nû ya beyî HDPê û PKKê dest pê bike û li şûna wan rêxistinên sivîl weke muxateb bên girtin, lê HDP jî dibeje proseyên beyî HDPê dê negihe encamê.

 

Ji nû ve destpêkirina proseya çareseriya pirsa Kurd li Tirkiyê careke din di rojeva siyaseta wî welatî de ye. Hinek şirovekarên nêzikî hikumetê dibejin di sîsteme nû de hemû desthilat ketiye destê serokê Tirkiyê Erdoxan û ev yek jî destpêkirina proseya nû hêsantir dike.

 

Herwiha li gorî wan, dê di demeke nêzîk de proseyeke nû dest pê bike û dê ji vir şûn ve PKK û HDP weke muxeteb neyên qebûlkirin.

 

Şirovekarê siyasî, Hîlmî Daşdemîr di vê bareyê de ji Rûdawê re dibêje: “Teqez e ku pêwistî bi destpêbûna proseyeke nû heye. Ku divê rehabîlîtasyoneke civakî pêk were. Dê proseyeke ku bandora PKK û HDPê ji holê rake û însiyatifê zêdetir bide hêzên sivîl, dest pê bike. Dê ev prose ji aliyê MHPê ve jî were qebûlkirin.”

 

Li gorî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî, di rewşa niha de pêdivî bi destpêkirina proseyeke nû heye. HDPyî dibejin em li parlamentoyê îradeya gelê Kurd temsîl dikin.

 

Parlamenterê HDPê, Omer Ocalan di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Aniha li Kurdistanê kurdan temsîliyeta xwe nîşan daye. HDPê bi şeklekî xurt di parlamentoyê de ciyê xwe standinye. 67 parlamenter dê nûneratiya wî gelî bikin. Di wî alî de em dibêjin, muxatab dê HDP be. HDP jî di wî alî de dê ber xwe bide.”

 

Her çend di derbarê dest pê kirina proseyeke nû de niqaş hene jî, di vî warî de ji aliyê rayadarên hikumeta tirkiyê ve heta niha  daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin.