Manştên rojnameyan- Hevdîtinên avakirina hikûmeta nû dest pê dikin
Stenbol (Rûdaw) – Li Tirkiyê hevdîtinên fermî yên avakirina hikûmeta nû dest pê dike, ji ber wê jî piraniya rojnameyan li ser vê mijarê sekinîne. Hinek rojnameyan jî behsa çekdarê ereb-înglîz ê DAIŞê yê bi navê John Mucahîd kirine û gotine, ew cellad li Tirkiyê ye.
Manşêt û rojeva îro ya rojnameyên Tirkiyê;
HURRIYET
- Divê em pêkve bimeşin: Davûtoglû îro dest bi serdanan dike ji bo hevdîtinên koalîsyonê, yekemîn hevdîtina wî îro kajêr 14.00 bi CHPê re ye.
- Li Entabê 45 biyaniyên ku dixwestin tevlî DAIŞê bibin, hatin girtin.
VATAN
- Ew cellad li Tirkiye ye: îddîa ew e ku stranbêjê îngîlîz yê li nav DAIŞê, bi navê Johnê Mucahîd, reveiyaye Tirkiye. Li Sûrî gellek girtiyên Awrûpayî ji aliyê wî ve hatibûn serjêkirin. Di dema ketina Tel Ebyad de tê ragihandin John li gel 50 DAIŞiyên din reviyaye Tirkiyê û şopqa xwe winda kiriye.
MILLIYET
- Davûtoglu: kî meqamê Erdogan bike mijara guftûgoyan dê di serî de têk here. Hemû kes heqê xwe li hev helal bike û bi despêkeke nû em bidin ser rê.
- Ji bo koalîsyonê 2 şertên sereke yên CHP: Wezareta Derve û ya din serokwezîrtiya bi dorveger e.
- Li Ardaxanê şer li gel PKKê.
-Kilîs bûye weke bajareki Sûrî: Nifûsa wê 90 hezar kes e lê 110 hezar penaberên sûrî tê de hene.
SABAH
- Davûtoglu: hevkariyeke nîvco çênabe. Peyamên Davûtoglu ji bo aliyan : CHP jî MHP jî nabe ku şert û mercan deynin/ CHP ji bo hevkariyê divê fedakar be/Bila hilbijêrên AKPê bizanin, di hilbijardineke nû de bi tenê AKP kare bi serê xwe bibe hikûmet/kongre niha ne di nav bernameya me de ye/meqamê serkomariyê nabe bibe mijara behsê..
CUMHURIYET
- Lûtkeya ji % 66 îro dest pê dike: AKP ya ji % 41 û CHPya ji %25 îro li hev rûdinên.
Xetên sor yên AKP: meqamê serkomariyê / darizandina tohmetbarên 17-25ê Kanûnê/hêza paralel/pêvajoya aştiyê,
Xetên sor yên CHP: ji holê rakirina hiqûqa dema darbeyê/ sînorên serkomariyê li gor destûrê /siyaseteke nû û aştiyane ya derve/zexta li ser ragihandinê.
- HDP îro bilez li hev kom dibe: KCK daxuyanî da, avakirina bendavan dê êdî hedef be ji bo wan. Êrîş ji Ardaxanê dest pê kirin.
- CHP : Gul dixwaze ku AKP li gel CHPê hevpeymaniyê pêk bîne.
Rojnameyên STAR û YENİ ŞAFAK cî dane îddîayên gendeliyê yên li şaredariya Ataşehîr ku di destê CHP de ye. Herwiha destpêkirina hevdîtinên avakirina hikûmeta nû.
GUNEŞ
- Hilbijardeneke dubare dê nebe surprîz: hevdîtin îro dest pê dikin lê eger ji ber şertûmercan hevpeymanî pêk neyê dê dubarikirina hilbijardinê îhtîmala herî xurt be.
GUNDEM
- Leşker xelk dan ber gulleyan: Li Erdexanê mînîbusa ku xelk dibir zozanan ji aliyê leşkeran ve hat gullebarankirin. Gundiyek mir 2 kes birîndar in. Walî got, PKKê çek bikar aniye lê xelk û şahidên bûyerê dibêjin, leşkeran gulle barandin.