Wezîrê Dadê li ser ‘tecrîda li Îmraliyê’ axivî!

13-06-2024
Nîşan Abdullah Ocalan Tecrîd Îmrali
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç derbarê tecrîda li ser Abdullah Ocalan got, “Li Îmraliyê bi ti awayî tecrîd nîne.”

Yilmaz Tunç li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Parlamentoya Tirkiyeyê derbarê xebatên wezaretê û yasaya girtiyan de zanyarî dan parlamenteran û pirsên wan bersivandin.

“Ocalan dê heta mirinê li wê derê bimîne”

Tunç li ser pirsa Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslanê ya derbarê tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê got, “Li Îmraliyê bi ti awayî tecrîd nîne” û berdewam kir:

“Li wê derê bicihanîna cezayê wî girtiyî berdewam dike ku cezayê heta hetayê yê giran lê hatiye birîn û dê heta mirinê li wê derê bimîne.

Li heman girtîgehê 4 girtiyên din jî hene û di demên diyar de, di demjimêrên werzişê de û ji bo axaftinê tên ba hev.

Li ti girtîgeha Tirkiyeyê tecrîd nîne. Biryarên qedexekirina serdanê û hevdîtinên telefonê bi temamî biryarên darazê û dadweriyê ne.”

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ji sala 1999an ve li Girava Îmraliyê girtî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst