Parlamenterê YSPê Şenyaşar, li parlamentoyê pirsa bav û birayên xwe kir

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk (YSP) Ferît Şenyaşar ku bav û 2 birayên wî ji aliyê kesûkarên Parlamenterê AK partiyê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin, yekem pêşniyazpirsa xwe derbarê vê mijarê de pêşkêşî Serokayetiya Parlamentoya Tirkiyê kir û ji  Wezîrên Navxwe û Dadê yên Tirkiyê daxwaz kir ku bûyera kuştina 2 bira û bavê wî bê zelal kirin.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk (YSP) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de hat hilbijartin, roja Sêşemê 13ê Hezîrana 2023an li Parlamentoya Tirkiyê yekem pêşniyazpirsa xwe derbarê bûyera kuştina 2 bira û bavê xwe de pêşkêşî Serokayetiya Parlamentoyê kir û  i ser bûyerê  çend pirs ji  Wezîrên Dadê û Navxwe yên Tirkiyê.

Şenyaşar ku bav û birayên wî di propgandayên hilbijartina 2018an de ji aliyê kesûkarên Parlamenterê AK Partiyê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin, di pêşniyazpirsa xwe de ji Wezîrê nû yê Dadê yê Tirkiyê Yilmaz Tunç pirsiye: “Hûn difikirin ku di vî erkê we xwe yê nû yê Wezîrê Dadê de, ji bo çareseriya vê bê dadiyê û pêkanina dadmendiyê hinek pêngavan biavêjin?”

Ferît Şenyaşar ji bo zelalkirina bûyera kuştina 2 bira û bavê xwe  derbarê kamerayan çavdêriyê yên li cihê bûyerê de jî pirs ji Wezîrê Navxwe Yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya kirine û dibêje: “Îbrahîm Yildiz ku yek ji tawanbarên sereke ye û 5 sal in biryara lêgerînê derbarê wî de heye, tevî ku bi nasnameya xwe çûye nexweşxaneyê û çareseriya pizîşkî dîtiye nehatiye destnîşankirin. Sedema vê yekê çi ye? Hêzên ewlakariyê ku erkê wan parastina can û malê welatiyan e, ev erkê xwe bicihneanîne, di encama vê yekê de derbarê berpirsan de  lêpirsîna îdarî hatiye destpêkirin an na? Eger hatibe destpêkirin di çi rewşê de ye? Eger lêpirsîn nehatibe destpêkirin sedem çi ye?”

Li navçeya Sirûcê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 14ê Hezîrana 2018an di dema propagandeya hilbijartinan de malbat û parêzvanên Parlamenterê AK Partiyê Îbrahîm Halil Yildiz, du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar kuştibûn, kurekî wê jî birîndar kiribûn. Kurekî Emîne Şenyaşar li dikana xwe û kurek û hevjînê wê jî li nexweşxaneyê hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ev 5 sal in  li ber Dadgeha Rihayê di Nobeda Edaletê de ne û daxwaz dikin kujerên endamên malbata wan bên cezakirin.

Di serî Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê gelek kes, sazî û siyasetmedaran jî li ser sosyal medyayê piştgiriya banga malbata Şenyaşar kirin. Tê çaverêkirin sibe gelek kes, parêzer û sazî beşdarî çalakiya malbata Şenyaşar a li pêş Dadgeha Rihayê bibin.

Doza malbata Şenyaşar wek du bûyerên cihê bûyera li dikanê û bûyera li nexweşxaneyê ji hev hatin cudakirin. Doza derbarê bûyera dikanê de ku kurê malbata Şenyaşar û birayê Parlamenter Yildiz Mehmetşah Yildiz hatibûn kuştin bi hinceta ewlekariyê bi Meletiyê hatibû veguhestin.

Sêyemîn Dadgeha Cezaya Giran a Meletiyê 2ê Nîsana 2022an bi hinceta kuştina Mehmetşah Yildiz 37 sal û 9 meh ceza da Fadil Şenyaşar û bi hinceta kuştina Cemal Şenyaşar 18 sal ceza da Enver Yildizê birayê Îbrahîm Halil Yildiz.

Piştî derbasbûna 4 salan di ser bûyera li nexweşxaneya Sirûcê ya kuştina 2 endamên malbata Şenyaşar re bi biryara Dadgeha Rihayê 22ê Nîsana 2022an 9 kesûkarên Îbrahîm Halil Yildiz  hatibûn desteserkirin.

Di encama darizandina wan 9 kesan de Dadgeha Rihayê derbarê birayê Parlamenterê AKPê yê Rihayê Îbrahîm Halil Yildiz, Celal Yildiz û 3 kesên din ên bi navên Muslum Yildiz, Îbrahîm Şîmşek û Mîkaîl Şîmşek de biryara girtinê da. Dadgehê herwiha 5 kêsên din jî bi mercê kontrola dadî serbest berdan.