Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Şaradariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu sibe bo cara sêyem li Enqerê civînekê saz dikin.
Piştî ku Partiya Gel a Komarî (CHP) di hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê de li hember AK Partiyê têkçû û nikarî bibe desthilat, di nav beşek ji berpirsên wê partiyê de ev demek e dengê guherînê bilind dibe, bi taybet ew aliyên ku ne ligel wê yekê bûn ku Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di hilbijartinên Serokkomariyê de li hember Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bibe berbijêr.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku berî hilbijartinan navê wî bo berbijêriya Serokkomariyê dihat rojevê jî di van demên dawî de bi peyam û daxuyaniyên xwe serkêşiya guherînên di nav CHPê de dike û dixwaze Serokê CHPê bê guhertin.
Di vê çarçoveyê de Ekrem Îmamoglu û Kemal Kiliçdaroglu piştî hilbijartinan sibe 14ê Hezîrana 2023an bo cara sêyemîn li Enqerê dicivin.
Biryar e civîn berî nîvro bê lidarxistin û têde guherînên di nav CHPê de bên gotûbêjkirin.
Ev civîn di demekê de ye ku Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di civîna îro ya partiya xwe de ya li Parlamentoya Tirkiyê bersiva rexne û daxwazên guherînê yên di nav CHPê de da û got: “Em rêzê li rexneyan digrin, erê, ji kesên ku kêmasiyê me ji me re dibêjin, erê, ji bo nûbûn û bihêzbûna partiyê erê. Bila ti metirsiya we nebe, ez dê rêya van hemûyan vekim. Em dê vê partiyê bi awayekî rasteqîne bikin partiyeke hevdem û modern. Di bingeha biryara me ya kongreyê de jî ev heye. Ez qet bi ti awayî rê li ber guherînê nagrim, ez dê rêya guherînê heta dawiyê vekim. Em dê ji bo ciwan û jinên vî welatî zêdetir mafê siyasetê dabîn bikin û rêya xwe berdewam bikin. Û bila metirsiya ti kesekî nebe ku em dê piştî vê tekoşînê biserkevin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse