Cîgirê Erdogan: Em dijî nijadperestiya etnîkî, herêmî û olî ne

13-06-2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê Cevdet Yilmaz şeva borî ligel Kurdên Bakurê Kurdistanê yên li Stenbolê dijîn civiya û got, ew siyaseta nasnameyê nakin û ew dê nehêlin siyaseta nasnameyê bê kirin.

Cevdet Yilmaz ku di kabîneya nû de bûye Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê, xelkê parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê ye. Yilmaz şeva borî li Stenbolê ligel Kurdên ku li wî bajarî dijîn civiya.

Yilmaz gotarek pêşkêş kir û behsa siyaseta nasnameyê, giringîdayîna pîşesaziyê û avakirina aramî û ewlehiyê li Bakurê Kurdistanê kir û got: “Niha ne wek berê ye û aramî û ewlehî li wê navçeyê heye û em dê rê nedin siyaseta nasnameyê were kirin.”

Cîgirê Serokkomarê Tirkiye Cevdet Yilmaz got: “Feraseta me ji despêkê ve ew e; em dijî nijadperestiya etnîkî, nijadperestiya herêmî û nijadperestiya olî ne. Me qet di navbera welatiyên xwe de siyaseta nasnameyê nekiriye, li beramber nasnameyan em her tim rêzdar bûn. Me got nasnameya her kesî taca serê me ye. Ji bo mirov nûnertiya nasnameya xwe û baweriya xwe bikin me hemû derfet amade kirin. Me qet siyaseta nasnameyê ne meşand. Bi bikaranîna nasnameya mirovan em li pey armancên cuda nebezîn û ji vir û şûn de jî em dê vê yekê nekin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst