Saziya Keşnasî ya Tirkiyê derbarê 42 parêzgehan de hişyarî da

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor raporta pêşbîniya keşûhewayê ya Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiye dê li beşeke zêde ya parêzgehên Tirkiye û  Bakurê Kurdistanê baran bibare.

Rêveberiya Keşnasiyê ji bo îro 13ê Hezîrana 2022ê derbarê 5 jê parêzgehên Bakurê Kurdistanê, 42 parêzgehan de hişyarî daye û ji welatiyan daxwaz kiriye ku di egera karesatên lehiyê de tedbîrên xwe werbigirin.

Li seranserê Tirkiye û beşek ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê di çend rojên dawî de baran dibare û lehî çêdibin û ew lehî dibin sedema ziyanên canî û maddî.

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiye derbarê parêzgehên Colemêrg, Wan, Sêwaz, Şirnex, Gumgum ên Bakurê Kurdistanê û 37 parêzgehên Tirkiyê de pêşbiniyên keşûhewayê belav kiriye û dibêje “Baran dembidem dê li seranserê welat bibare.”

Ev di demekê ye 9ê Hezîrana 2022ê li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê piştî baraneke zêde û teyrokê zerareke zêde ya maddî gihiştibû xelkê parêzgehê û piraniya berhemên wan ên çandiniyê ji nav çûbûn. Herwiha 11ê Hezîrana 2022ê li Enqereya paytexta Tirkiye jî piştî baraneke zêde cade û kolanên bajar di bin lehiyê de mabûn û kesekî canê xwe ji dest dabû û kesek jî heta niha wenda ye.