Elif Bulut: Ev hikûmet kujerên jinan ceza nake

13-06-2020
Hevseroka Şaxa HDPê ya Stenbolê Elif Bulut dibêje tundûtujiya li hemberî jinanzêde bûye
Hevseroka Şaxa HDPê ya Stenbolê Elif Bulut dibêje tundûtujiya li hemberî jinanzêde bûye
Nîşan HDP Tirkiye Tundûtujî Jin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevseroka Şaxa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Elif Bulut ragihand ku di heyama vê hikûmeta niha ya Tirkiyê de zilam li hemberî jinê têne sorkirin û kesên jinan dikujin nayên cezakirin.

Di nava 2 heftiyan de li Bakurê Kurdistanê 7 jin hatine kuştin. Bi awayekî giştî li dinyayê di dema koronayê de hejmara jinên ku rastî tûndûtûjiyê hatine yan jî hatine kuştin zêde bûye.

Amarên ku hatine belavkirin, bûne cihê dilgiraniya rêkxistinên jinan û her wiha partiyên siyasî jî. Jinên di nava HDPê de dixwazin dakevin meydanan û bibin dengê wan jinên ku nikarin dengê xwe bilind bikin.

Hevseroka Şaxa HDPê ya Stenbolê Elif Bulut beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa tundûtujiya li dijî jinê kir.

Elif Bulut got: “Ji destpêka avabûna cîhanê heta niha em di nava sistemekê desthilatdariya zilaman de dijîn û di vê sistemê de çareseriyên ji bo kuştina jinan jî di çarîoveya aqilê zilaman de têne destnîşankirin. Li hemberî vê yekê jin jî dibêjin em jî hene madem em dê bi hev re bin divê em bi hev re rêveberiyê jî bikin û cîhaneke nû ava bikin.”

Bi gotina Bulut Li welatên ku rêveberiya wan bi aqiliyeta sistema desthilatdariya zilaman dibe, tedbîrên li hemberî tundûtijiya li dijî jinan nayên wergirtin, lê berevajoyê wê civak li hemberî jinê tê sorkirin.

Herwiha Bulut got: “Di heyama vê hikûmeta niha ya Tirkiyê de zilam li hemberî jinê têne sorkirin û kesên jinan dikujin nayên cezakirin, berevajoyê wê yekê tenê xelatkirin. Zilamên tundûtujî li hmberî jinên xwe anîne hatine azadkirin û piştî ku derketine hevjîn û zarokên xwe kuştine. Dema jin rastî tundûtujiyê dibe di warî civakî de jî mekanîzmayek nîne xwe têde biparêze.”

Li Çînê, li Ewrûpa, Emerîka û Aûstralya jî amarên metirsîdar têne belavkirin. Zilamên ku berê jî meyla wan li ser tûndûtûjiyê heye, di dema koronayê de ji ber zêdebûna pirsgirêkên aborî, bêkarî û pirsgirêkên derûnî berê xwe dane jinan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst