Tevgera Azadî: Bûyerên Amedê birakujî nîne, provokasyon e

 

Stenbol (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê Tevgera Azadiyê û Parlamenterê HDPê yê Wanê Adem Ozcaner, diyar kir ku ew bûyerên li Amedê diqewimin, birakujî nîne lê provokasyon e.

 

Sekreterê Giştî yê Tevgera Azadî, Adem Ozcaner ji Rûdawê re got ku ew wek Tevgera Azadî bûyerên Amedê şermezar dikin û wiha axivî:

 

“Em wan destên ku dirêjî gelê Kurdistanê dibin, şermezar dikin. Ev ne birakujî ye ev provokasyon e. Ev provokasyon ji aliyê wan hêz û aliyên tarî ve tê kirin ku dibînin însiyatîfa dewletê li herêmê nemaye. Mixabin ev lîstok bi destê kurdan tên kirin, ev jî mirov ditirsîne.”

 

Ozcaner ku di heman demê de Parlamenterê HDPê yê Wanê ye jî, anî ziman ku bûyerên beriya hilbijartinan û piştî hilbijartinan ji bo kurdan metirsîdar û bi êş in.

 

Adem Ozcaner diyar kir ku ew li dijî her cure bûyerên tundiyê ne. Ozcaner bang li aktorên siyasî yên Kurdistanê jî kir ku aliyên nakok bînin ba hev û hewla dabînkirina aştiya nav kurdan bidin.