Miçotakis û Erdogan: Pêwendiyên me geştir dibin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Kuliyeya Serokkomariyê, Serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Miçotakis pêşwazî kir.

Piştî ku hevdîtin bidawê bû, Erdogan û Miçotakis civîna çapemeniyê ya hevbeş li dar xist.

Erdogan di civînê de axivî û diyar kir ku bi Yûnanistanê re nêrîna wan a wekhev a di mijara terorê de her diçe bihêztir dibe û got:

Erdogan herwiha bal kişand ku ew li bendê ne, atmosfera erênî ya di pîwendiyên wan de ji bo dana mafên Tirkên li Yûnanistanê dijîn jî bi sûd be.

"Pirsgirêka Qibrîsê divê were çareserkirin"

Erdogan derbarê nakokiya Qibrîsê  jî wiha axivî:

 "Girîng e ku pirsgirêka Qibrîsê li ser esasê rastiyên li giravê bi awayekî adilane û mayînde were çareserkirin.

Gaveke bi vî rengî dê îstiqrar û aramiya herêma me xurt bike."

"Em hevdîtinên xwe yên dîplomatîk bibiryardarî didomînin"

Erdogan têkildarî êrîşên Îsraîlê yên li Xezeyê jî wiha got:

"Li hemberî kuştina zêdetirî 35 hezar sivîlên bêguneh ên Filistînî, welatên Rojava di serî de civaka navneteweyî divê êdî dengê xwe berztir bike.

Wekî Tirkiye em dê hevdîtinên xwe ên dîplomatîk bibiryardarî bidomînin da ku agirbest li ser Îsraîlê were ferzkirin û naskirîbûna dewleta Filistînê zêdetir bibe."

"Ez Hemasê wekî rêxistineke terorê nabînim"

Erdogan herwiha li ser Hemasê jî axivî û bal kişand ku ew, Hemasê wekî rêxistineke terorê nabîne û wiha dewam kir:

"Berevajo ez Hemasê wekî wan mirovan dibînim ku têkoşîna parastina ax û însanê xwe dimeşînin.

Hemas rêxistineke berxwedanê ye ku ji 1947an pê ve axa wê hatiye dagirkirin û piştî dagirbûna axa xwe hildaye bin parastinê."

Piştî Erdogan, Serokwezîrê Yûnanistanê Miçotakis jî axivî.

Miçotakis derbarê pêwendiyên bi Tirkiyeyê re wiha got, “Pêwendiyên me bi domdar û bi awayekî erênîtir geş dibin."

Miçotakis jî der heqê êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê got:

"Em her du jî hemfikr in ku xwîna li herêmê diherike, divê bê rawestandin."