Berdevkê PDK-Bakurê Hişyar Ozalp: Em hilbijartinan rewa nabînin
Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Partiya Demorakt a Kurdistanê li Bakur (PDK-Bakur) Hişyar Ozalp ragihand ku ew hilbijartinên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê rewa nabînin.
Berdevkê PDK-Bakurê Hişyar Ozalp li stûdyoya Rûdaw TV ya Stenbolê bû mêvanê Senger Abdurrahman û hilbijartinên sibe yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê birêve biçin nirxand.
Berevajî partiyên din PDK-Bakurê biryara boykotkirina hilbijartinên 2023an da.
“Em hilbijartinan rewa nabînin”
Hişyar Ozalp diyar kir ku gelek sedemên biryara boykotê hene û wiha got: “Em hilbijartinên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rewa nabînin. Em saziyên dewletê li Kurdistanê weke saziyên kolonyalîst dibînin. Dezghên Tirkiyê yên wekî emnî, leşkerî, dadwerî û yên dîtir ne meşrû ne, lewna hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê jî ne meşrû ne. Ji ber hebûna van ne bi îradeya gelê Kurdistanê pêk nehatiye. Kurdistaniyan daxwaz nekir ku Tirkiye bê li Bakurê Kurdistanê serwer be. Tirkiyê li dijî îradeya Kurdan, li Bakurê Kurdistanê serdestiya xwe daniye û welatê me dagir kiriye. Ji ber van sedeman em hilbijartinan rewa nabînin. Herêma Kurdistanê mînaka herî baş a vê yekê ye. Heta sala 2005an siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê nûner neşandin Bexdayê. Ev rewş heta ku destûreke nû hat nivîsandin û di wê destûrê de hat gotin; 'Dewleta Iraqê ji Kurd û Ereban pêk tê'. Eger tê bîra we Serok Barzanî got, heta ala Iraqê û metna sondxwarina li Parlamentoya Iraqê neyê guhertin, nabe nûnerên kurd biçin Bexdayê. Piştî ku dewleta Iraqê bû federal, statuyeke Kurdan çêbû. Piştî guherina metna sondxwarinê û guherandina ala Iraqê nûnerên Kurdan çûn parlamentoyê.
Sedemek din jî; peywendiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê peywendiyên mêtingerî ye. Pirsgirêka Bakurê Kurdistanê ne pirsgirêka demokrasiyê ye. Eger pirsgirêka Kurd bi demokrasiyê çareser bibûya, wê demê rîkeberiya di hilbijartinan de tiştekî baş bû. Mînak Fransa welatekî demokratîk e û hilbijartinên wê bê nîqaş in. Li aliyê din Korsîka giraveke biçûk e, lê 200 sal in li dijî Fransayê ji bo serxwebûnê şer dike. Ji ber ku Korsîka kolonî û dagirkirî ye.”
Weke semdeke din jî ya baykotkirina hilbijartina Hişyar Ozalp ev nîşan da: “Sedema sêyemîn jî; Parlamenterên Kurd ji avabûna Komara Tirkiyê heta niha di Meclîsê de ne. Lê belê heta niha tu destkeftî bi dest nexistine û ti sûd ji bo Kurdan nîne. Di meclîsê de heya niha tu feyde ji Kurdan re nekiriye. Partiyên ku beşdarî hilbijartinan dibin bila ji me re bibêjin di kîjan mijarê de kêrî Kurdan hatiye. Ma wan karîbû hebûna Kurdan qebûl bikin?”
‘Di Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê de cihê Kurdan nîne’
Ozalp, anî ziman ku heta niha jî di destûra bingehîn a Tirkiyê de behsa Kurdan nayê kirin û wiha pê de çû: “Di Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê de Kurd nînin. Li gorî qanûnê em hemû wek 'Tirk' tên hesibandin. Di xala 66an a Destûra Bingehîn de tê gotin ku 'her kesên li Tirkiyê dijîn Tirk in'. Bi awayekî fermî tiştekî bi navê Kurd nîne.”
Li ser pirsa “eger Kurd herî kêm 100 kursî bi dest bixin gelo dikarin hin xalên destûra bingehîn biguherînin?” Ozalp wiha got: “Nexêr, ji ber ku li Tirkiyê sîstemeke kolonyal heye. Ev sîstem li ser tinehesibandina Kurdan hatiye avakirin. Kurd ne 100 bila 400 parlamenteran jî derbxin nikarin xalên destûra bingehîn biguherînin. Di çerçoveya hewldaneka bi vî rengî de rejima Tirk dê nûnerên hilbijartî yên welatûarêz ji bo parastina xwe bigirê. Ez tiştekî din ji te re bibêjim; rejima Tirk, hertimî li dijî rêxistina Kurdan tedbîran pêş dixe. Mînak her çiqas HDPê dibêje ‘ez ne partiyeke Kurd im’ jî li dijî HDPê doza girtinê hat vekirin. Em HDPê bi vî rengî dibînin ji ber ku HDP bi xwe dibêje 'em ne partiya Kurdan in, em partiya Tirkiyê ne'. Daxwazên wan li ser demokratîkbûna Tirkiyê ne. Ji xeynî wê, li ser partiyên di navê wan de peyva Kurdistanê hene weke Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Komunîst a Kurdistanê doz li dijî wan hatiye vekirin. Ya herî balkêş jî polîtîkayên li hemberî partiya me tên meşandin e. Tevî ku ev 6 sal in PDK-Bakur hatiye avakirin, lê dîsa jî bi awayekî fermî ji aliyê dewletê ve destûr nayê dayîn ku em bixebitin.”
“Partî dikarin li ser daxwazên netewî yên Kurd bibin yek”
Ozalp amaje bi wê yekê kir ku partiyên siyasî yê Kurdan dikarin li dora daxwazên neteweyî yên kurdan bibin yek û got: “Eger em bibêjin Kurd neteweyek e, divê daxwazên wan jî netewî bin. Ev e çi ne? Daxwaza desthilatdariya Kurdan, yanî dewletbûna wan e. Lê belê di hilbijartinan de daxwazên her partiyekê cuda ne. Mînak HDP dibêje li dijî dewletbûna Kurdan e. Li aliyê din HUDA PARê bi AK Partiyê re tifaq kir û nikare ji gotinên wan derkeve. Divê ala Kurdistanê û dewletbûna Kurdan nas bikin. Heger hemû alî li ser nirx û daxwazên Kurdan ên netewî li hev bikin, li ser vê bingehê bernameyeke hevpar bê çêkirin, bidestxistina mafekî ew çend zehmet nabe.”
“Ji bo Kurdan ti ferqa Erdogan û Kiliçdaroglu tune ye”
Berdevkê PDK-Bakurê Hişyar Ozalp herwiha diyar kir ku hilbijartina Erdogan û Kiliçdaroglû ji bo Kurdan zêde ferq nake û wiha domand: “Hûn xebatên hilbijartinê dişopînin. Meyla piraniya Kurdan alîgirê Kiliçdaroglu ye. Sedema vê jî ew e ku Erdogan li dijî Rojavayê Kurdistanê operasyon pêk anî û li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê operasyonên dagirkeriyê pêk anî. Wî dev ji polîtîkayên nerm berda. Demekê ji xwe re hin tiştên baş kirin. Ew nema. Ev yek bû sedema nerazîbûna. Hin partiyên Kurdî ragihandin ku ew dê piştgiriya Kiliçdaroglu bikin. Lê Hevpeymaniya Milet û berbijêrê wê Kiliçdaroglu yek soz jî nedane Kurdan.”
Ozalp rexne kir ku HDP û partiyên din ên Kurdan di berdêla piştevaniya Kiliçdaroglû de ti daxwazeke gotûbûj nekirin û got, "Bi mantiqa 'Bila Erdogan biçe' dengên xwe bidin Kiliçdaroglû û ti daxwazan nekirin, ev siyaset ne rast e.”