Hevpeymaniyên Cumhur û Millet îdîa dikin ku hêzên derve destwerdanê di hilbijartinên Tirkiyê de dikin

13-05-2023
Zînê Cahîde Akgul
Hevpeymaniyên Cumhur û Millet îdîa dikin ku hêzên derve destwerdanê di hilbijartinên Tirkiyê de dikin
Hevpeymaniyên Cumhur û Millet îdîa dikin ku hêzên derve destwerdanê di hilbijartinên Tirkiyê de dikin
Nîşan Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniyên Cumhur û Millet îdîa dikin ku hêzên derve destwerdanê di hilbijartinên Tirkiyê de dikin. Erdogan dibêje ku Amerîka piştgiriya Kiliçdaroglu dike û Kiliçdaroglu jî îdîa dike ku Rûsya piştgiriya Erdogan dike.

Li parêzgeha Stenbolê rêûresma vekirina Mizgefta Barbaros Hayrettin Paşa Serokkomarê Tirkiye û berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayip Erdogan wek ku di mitîngeke hilbijartinê de ye piranî li ser Hevpeymaniya Millet axivî.

Ligel vê yekê nerazîbûna ragihandina welatên Ewropa û Amerika ya dijî desthilata xwe jî yek yek şîrove kir û got di hilbijartinan de biryar ya millet e.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan anî ziman, “Bay Bay Kemal destpêkiriye êdî bela xwe li Rûsyayê dide. Dibêje, Rûsya destwerdana hilbijartinên Tirkiyê dike. Şerm bike, şerm. Ma niha dibe ku ez jî bêjim Amerika destwerdana hilbijartinên Tirkiyê dike, Almanya dike, Fransa dike, Brîtanya dike, tu yê çi bibêjî. Tu qeysa min wan nas nakî. Min rihê hemûyan naskiriye.”

Piştî vekşîna berbijêrê Partiya Memleket bo posta serokkomariyê Muharrem Ince ev mijar zêdetir bûye rojeva siyaseta Tirkiyê ku welatên derve midexaleya hilbijartinên 14ê Gulanê dikin.

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu heman rojê li ser mijara Înce Rûsya tohmetbar kiribû û di  Twîttereke xwe de gotibû, “Dostên me yên Rûs, li pişt wan kaset, naverokên Deep Fake, komplo û montajan hûn hene. Eger hûn dixwazin piştî 15ê Gulanê dostaniya me berdewam be destê xwe ji dewleta Tirkan bikşînin. Em hîn jî alîgirê hevkariyê û dostaniyê ne.”

Roja Înê 12ê Gulanê li parêzgeha Samsunê ya Tirkiyê careke din amaje bi heman mijarê da û behsa peywendiya Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin kir.

Berbijêrê Hevpyemaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu anî ziman, “33 leşkerên me li Sûriyê hatin şehîdkirin. Lê desthilat çû ber deriyê Putin. Putin çi kirm ew li korîdorê dan rawestandin. Kronometre vekir û hişt ku hemû cîhan li vê yekê temaşe bikin. Ma ev e netewperestî? Nabe serokkomarê Tirkiyê li ber deriyê serokê welatekî din bi wî awayî bê rawestandin.”

Berdevkê Koşka Serokatiya Rûsya Kremlinê Dmitry Peskov heman rojê bi daxuyaniyekê îdîayên Kiliçdaroglu red kirin û got, “Em bi tundî wan îdîayan red dikin û bi fermî radigînin ku ti midexaleyek me ji bo hilbijjartinên Tirkiyê nîne. Yên ku zanyariyên wiha dighînin Kiliçdaroglu jî derewker in.”

Ji hilbijartinên 14ê Gulanê kêmtirî 2 rojan maye û rojeva aliyên siyasî her diçe germtir dibe û îdîayên aliyan jî tûndtir bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst