Li Hatayê rojeva xelkê ji hilbijartinan zêdetir debara jiyana rojane ye

13-05-2023
Zînê Cahîde Akgul
Li Hatayê rojeva xelkê ji hilbijartinan zêdetir debara jiyana rojane ye
Li Hatayê rojeva xelkê ji hilbijartinan zêdetir debara jiyana rojane ye
Nîşan Hatay Erdhej Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojeva Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên 14ê Gulanê ne, tenê li deverên ku erdhejê zerereke zêde lê kiriye rojev ne ew e. Welatiyên ziyandîtî, bi taybetî li Hatay a Tirkiyê, giliyên wan hene ku desthilata niha wek tê xwestin alîkarî nekiriye û nake.

Di erdhejê de herî kêm 7 hezar şêniyên Hatayê canê xwe ji dest dan û bi hezaran avahî hilweşiyan û yên mane jî li ber hilweşînê ne.

Parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê ku yek ji wan parêzgehan e di erdhejên 6ê Sibatê de herî zêde zerar gihiştiye wê, ligel rojeva siyasî ya Tirkiyê ku hilbijartinên 14ê Gulanê ye, rojeva welatiyên li vê derê pêwîstiyên rojane yên wek av û xwarinê ye û ji bo wergirtina wan ketine dorê. Giliyên wan hene ku desthilata niha wek tê xwestin alîkarî nekiriye û nake.

Welatî Muhammed li ser hilbijartinan got, “Ne baş e em niha li ser siyasetê biaxivin. Lê eger kesek ji bo Xwedê destê xwe dayîne ser wîjdanê xwe dê bixwaze ku ev desthilat biçe.”

Welatî Riza Şerifoglu got, “Ez dibêjim Kiliçdaroglu, ji ber dê demokrasiyê, edaletê û azadiyê bîne û alîkariya me bike.”

Di erdhejê de herî kêm 7 hezar şêniyên Hatayê canê xwe ji dest dan û bi hezaran avahî hilweşiyan û yên mane jî li ber hilweşînê ne.

Hinek ji wan jî  her çiqasî ji rewşa heyî nerazî bin jî dîsan piştgiriyê didin Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û dixwazin desthilata wî berdewam be.

Welatî Nursal Kirşaci anî ziman, “20 sal in desthilatê serkeftinên ku li Tirkiyê û cîhanê berê çênebûbûn çêkirin. Bi Erdogan Tirkiye bû Tirkiye.”

Kurê Nursal Kirşaci Ahmet Kirşaci got, “Ez niha ligel bavê xwe dimînim. Ew dengê xwe bide kê ez ê jî bidim wî alî. Piştî ez jê veqetim, ez dê li gor nêrîna xwe ya siyasî tevbigerim.”

Ligel ku zêdeyî 3 meh bi ser erdhejên navend Mereşê yên 6ê Sibatê derbas bûye heta niha jî pêwîstiyên welatiyan wek tê xwestin nehatiye dabînkirin û tê pêşbînîkirin ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de ev yek bandoreke nerênî li ser dengên Hevpeymaniya Cumhur bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst