Hewlêr (Rûdaw) - Damezrînerê Kompanya Lêkolîn û Rapirsiyan a Avrasyayê Kemal Ozkiraz dema ji parêzgeha Enqerê diçû Antalyayê hat desteserkirin.
Rojnemavan Gokhan Ozbek li ser medya civakî ragihand ku îro Şemiyê 13ê Gulana 2023an damezrênerê Kompanya Lêkolîn û Rapirsiyan a Avrasyayê Kemal Ozkiraz hatiye desteserkirin. Ozbek dibêje, “Dostê min ê hêja Kemal, dema ji Enqerê vedigeriya Antalyayê ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.”
Hewiha derbarê sedema desteserkirina Kemal Ozkiraz de ti zanyariyek nehatiye belavkirin û li gor agahiyên Gokhan Ozbek, Ozkiraz bo Rêveberiya Emnî ya Enqerê hatiye birin.
Ev di demekê de ye ku sibe Yekşemê 14ê Gulanê hilbijartinên serokkomarî û Parlamentoya Tirkiyê tên kirin û di piraniya rapirsiyan de berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu di gera yekemîn de bi ser dikeve.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse