Kurdên ku piştgirî didin Kiliçdaroglu daxwaza çareseriya pirsa Kurd dikin

13-05-2023
Omer Sonmez
Îmamoglu mitînga xwe ya dawî li navçeyên Stenbolê lidar xist
Îmamoglu mitînga xwe ya dawî li navçeyên Stenbolê lidar xist
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu Ekrem Îmamoglu
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyê partiyên siyasî û namzedên serokkomariyê mitîngên xwe yên dawî beriya hilbijartinan rojekê lidar xistin. Şaredarê Stenbolê û Berbijêr Cîgirêserokkomar Ekrem Îmamoglu, li 3 navçeyên Stenbolê mitîngên xwe yên  dawî lidar xist. Îmamoglu jî wek Kiliçdaroglu, ji ber hewlên sûîqest û êrîşê ev 2 roj in di mîtîngan de êleka gulenebir lixwe dike.  Daxwaza beşdarên mitingê guherîna desthilatê, başbûna rewşa aborî û dadperwerî ye. Di nav girseyê de dengdêrên Kurd û HDPyî jî hebûn. Dengdêrên Kurd ji Kiliçdaroglu û CHPê daxwaza çareseriya pirsa Kurd dikin.

Şaredarê Stenbolê û Namzedê Cîgirêserokkomar Ekrem Îmamoglu, li navçeya Esenyurt a Stenbolê mitînga xwe ya dawî lidar dixe.

Îmamogluyê ku di mitînga Erziromê de rastê êrîşê hatibû, ji aliyê xelkê Stenbolê ve bi germî tê pêşwazîkirin. Îmamoglu jî wek Kiliçdaroglu, ji ber hewlên sûîqest û êrîşê ev 2 roj in di mîtîngan de êleka gulenebir lixwe dike.

Alîgirê mixalefetê Kamil Demir got: “Di vê hilbijartinê de hêviya me hikûmetek baştir e. Em li bendê ne Kiliçdaroglu biser keve, civak lihev were û mirov di nav biratiyê de bijîn.”

Daxwaza beşdarên mitîngê guherîna desthilatê, başbûna rewşa aborî û dadperwerî ye.

Alîgira mixalefetê Ayşe Şaybak jî dibêje: “Tiştên ku min di heyama wan de dîtin besê min e.Dixwazim bila êdî CHP were û qezenc bike. Ji loma jî ez heq, hiqûq û edaletê dixwazim.”

Alîgira mixalefetê Buse Kose jî got: “Ez 23 salî me, jidayîk bûm nebûm min vê desthilatê dît. Divê êdî bilezûbez desthilat biguhere û em desthilateke nû bibinin. Jixwe rewşa welêt li holê ye.”

Di nav girseyê de ji xeynî alîgirên partiyên Tifaqa Milletê, dengderên Kurd û HDPyî jî hebûn. Dengderên Kurd ji Kiliçdaroglu û CHPê daxwaza çareseriya pirsa Kurd dikin.

Endamê HDPê Levent Ozgur jî got: “Ez endamê HDPê me. Sibê wê li Tirkiyê qonaxeke nû dest pê bike. Sibê ya wê bihar were, ya jî wê zivistan were û Tirkiye ber bi karesatê ve biçe. Em nikarin bi azad Kurdî biaxivin. Hin daxwazên me hene lê dewlet cibicih nake. Jixwe dibêjin pirsa we nîne.”

Stenbola ku xwediyê 11 milyon û 350 hezar dengdêran e ji bo hemû partiyên siyasî wekı depoya dengan tê dîtin û gelek girîngî bi Stenbolê tê dayîn. Mitînga İmamoglu ya Esenyurta Stenbolê bêyî bûyereke nexweş, bi govend gerandinê bidawî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst