Di proseya bangeşeyê li gelek bajaran rêgirî û êrîş pêk hatin

13-05-2023
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Proseya bangeşeyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi dawî hat
Proseya bangeşeyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi dawî hat
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Stenbol YSP
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Proseya bangeşeyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi dawî hat. Heta roja dawîn a bangeşeyê li gelek bajar û navçeyan binpêkirin, rewşeke ragêş, rêgirî û êrîş pêk hatin. Di maweyê bangeşeya hilbijartinan de partiya ku herî zêde rastî êrîş û rêgiriyan hat HDP ango Partiya Çepên Kesk e. Herwiha partiyên di nava bereya Millet de jî li gelek bajaran rastî êrîşan hatin. Herî dawîn li Erzeromê êrîşeke bi keviran li hember Îmamoglû pêk hat. Li du navçeyan jî ofîsên AK Partiyê rastî êrîşan hatin.

Partiya Çepên Kesk li Stenbolê dawîn mîtînga xwe lidar xist. Rênmayiyên ku hatine girtin di asteke awarte de ne. Bi hezaran polîs ne tenê li dora qadê lê cara ewil li nava qadê hatine bicîkirin. Di maweyê bengeşeyê de partiya ku herî zêde rastî rêgirî û êrîşan hatiye ew partî ye. Di operasyoneke ku di 28ê nîsanê de li 21 bajaran hat lidarxistin de 128 endam û alîgir û kadroyên vê partiyê hatin desteserkirin û nîvê wan hatin girtin. Li gelek bajaran dora 15 ofîsên wan rastî êrîşan hatin. Namzetekî wan jî hate girtin.

Hevberdevka YSPê Cigdem Kiliçgun Uçar got: “Gelek êrîşên fizîkî li hemberî ofîs û seyareyên me hatin kirin. Bi vê demê kedkarên medyayê yên ku bûne dengê me, parêzer û hiqûqnasên ku bo ewlehiya hilbijartinan me erkdar kirine, hunermendên ku serê xwe ji desthilatê re netewandine bi operasyonan hatin girtin.”

Bereya Milet jî li gelek deran rastî êrîşan hat. Navenda ÎYÎ Parti ya Stenbolê rastî êrîşeke çekî hat. Piştî wê bi du rojan vê carê navenda CHP rastî êrîşeke çekî hat. Bêyî van li 8 bajaran ofîsên CHP hatin gulebarankirin. Herî dawîn li Erziromê grûbeke qerebelix bi keviran êrîşî girse û basa CHPê kirin û gelek kes birîndar bûn. Îmamoglû mitîng nîvco hişt. Herwiha basa ku Kiliçdaroglû têde bû li Sakarya rastî keviran hat. Di du rojên dawîn de Kiliçdaroglû û Îmamoglû bi êlegên polayî beşdarî mitîngan bûn ji ber îdiayên kuştina wan.

Rêvebirê CHPê Yûsûf Dîkîcî jî got: “Opozisyon gelekî rastî êrîşan hat. Givaşeke zêde li her derê hebû. Desthilat givaşên giran dike. Wezîrekî me yê navxwe heye ji herkesî re dibêje terorîst û hedef nîşan dide. Li hember opozisyonê çi ji destê wan hat texsîr nekirin û givaş zêdebûn.”

Li du navçeyên Stenbolê jî di maweyê bangeşeyê de ofîsên AK Partî rastî êrîşan hatin. Atmosera ragêş û zimanê siyasetê yê cihêkar heta roja dawîn kir ku xelk bibe du bereyan û li gelek cîhan jî di nava wan de şer derkeve. Tirkiye girîngtirîn proseya hilbijartina dîroka xwe bi vî awayî gihînd dawiyê û niha dudilî zêde ye bê ka gelo wê hilbijartin jî ta dawiyê di nava aramiyê de derbasbin yan na.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst