Stenbol (Rûdaw) - Tirkiye di bikaranîna înternetê de li pêşiya welatên wekî Japonya, Amerîka û Almanyayê cih digre.
Li gorî rapor û lêkolînên zanistî, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bikaranîna înternet û medyaya civakî gihîştiye asteke metirsîdar.
Bi taybetî jî di nav nifşên nû; zarok û ciwanan de bikaranîna medyaya civakî û telefon gelekî berbelav dibe.
Li gorî raporeke navneteweyî, li Tirkiyeyê rojane serê merivê 7 saet û 13 deqîqeyan dikeve înternetê, piraniya wan jî ji telefonê dikevin înternetê.
Ji ber bikaranîna zêde ya telefon û sosyal medyayê, di salên dawî de hejmara kesên ku ji ber depresyon, endîşe û têkçûna baldariyê serî li derûnasan dixin zêde dibin.
Pispor û derûnnas balê dikşînin ser zirar û encamên neyînî ên zêde bikaranîna înternet û telefonê.
"Em bûne tiryakê telefonê"
Ciwanê bi navê Ugur Poyraz (30) li meydana Beşiktaşa Stenbolê muzîsyeniya kolanan dike û her roj bi awayekî aktîf 6-7 saet telefon û sosyal medyayê bikar tîne.
Ugur Poyraz li ser vê yekê wiha axivî, "Ez bi awayekî aktîf înternetê bi kar tînim.
Rojê derdora 6-7 saetan telefonê bi kar tînim. Jixwe em bûne tiryakê telefonê.
Dema em 3-4 heval diçin li mekaneke rûdinên, em êdî bi hev re sohbet nakin, di destên me de tim telefon heye.
Li malê jî em êdî wisa ne. Helbet telefon bikêrhatî ye jî, lewra hemû karên me li serê çêdibe.”
Li gorî rapora "We Are Social û Meltwater Dijîtal 2025 Tirkiye", li Tirkiyeyê rojane serê merivê 7 saet û 13 deqîqeyan dikeve înternetê, piraniya wan jî ji telefonê dikevin înternetê.
Di salên dawî de hejmara kesên ku ji ber depresyon, endîşe û têkçûna baldariyê serî li derûnnasan dixin zêde dibin.
Pispor û derûnnas balê dikşînin ser zirar û encamên neyînî ên zêde bikaranîna înternet û telefonê.
"Zarok jiyana medyaya civakî wekî ya rast dibînin"
Psîkiyatrîst û Psîkoterapîst Evîndar Karabulut li ser zererên bikaranînan medyaya civakî wih axivî:
"Êdî înternet û sosyal medya bûne amûrek. Feyde û zirarên wê hene helbet.
Mesela, dema zarok dikevin înternetê jiyana li wê derê wekî ya rastîn dibînin.
Di dilê wan de jiyana ser medyaya dijital rast e û xwe pê re miqayese dikin. Ev jî dibe sedema depresyon, endişe û fikarê.”
Nifûsa Tirkiyeyê di destpêka sala 2025an de gihişt 87 milyon û 600 hezar kesî.
Li gorî amarên Wezareta Binesazî û Ragihandinê ya Tirkiyeyê, ji sedî 92,1ê nifûsa Tirkiyeyê yanê 80 milyon û 700 hezar kes telefon bi kar tîne û 77 milyon û 300 hezar kes bikarhênerê înternetê ne.
Xwendekar Arda Tulay "Ez rojane 3-4 saetan înternetê bi kar tînim.
Lewra karê min li ser Whsatsappê ragihandin e, ji loma jî 1-2 saetan ez li serê kar dikim.
Ji bo min heta niha zirareke wê tune ye, lewra ez telefonê bi kontrolî bi kar tînim."
"Ji ber karê xwe ez pir dikevim înternetê"
Bijîşka diranan Fîlîz Kavuşturanê got, "Ji ber ku ez bijîşka diran im û bi medyayê re eleqedar dibim ez pir dikevim înternetê.
Ji loma jî mail, înstagram û platformên dijital hemûyan bi kar tînim. Dayîka min 84 salî ye, ew jî telefonê baş bi kar tîne."
"Malbat zarokên xwe bi telefon û tabletan aş dikin"
Hostayê donerê Cengiz Taşdemir, "Ez rojê 3 saetan dikevim sosyal medyayê.
Ez dizanim ku dema min jî vala derbas dibe. Niha malbat zarokên xwe bi telefon û tabletan aş dikin.”
Li gorî amaran, bikarhênerên Tirkiyeyê herî zêde 5 platformên medyaya civakî bikar tînin; Instagram, Whatsapp, Facebook, Tiktok û Youtube.
Di nava mehekê de bikarhênerên înternetê, 32 saet û 36 xulekan dikevin Instagramê, 26 saet û 26 xulekan dikevin Tiktokê, 23 saet û 31 xulekî jî dikevin Youtubeyê.
Tirkiye di cîhana dijîtal de yek ji welatên ku herî zêde dema xwe li înternetê derbas dike hate tomarkirin.
Tirkiye di bikaranîna înternetê de li pêşiya welatên wek Japonya, Amerîka û Almanyayê cih digre.
Ji loma jî pispor hişyarî didin malbat û ciwanan da ku înternet û telefonê bi baldarî û bi feyde bikar bînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse