Antalya: Di bûyera qezaya teleferîkê de biryara desteserkirina 13 kesan hat dayîn

13-04-2024
RÛDAW
Nîşan Antalya Teleferîk Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê ragihand ku di bûyera qezaya teleferîkê ya li Antalyayê de biryara desteserkirina 13 kesan hat dayîn.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç ragihand ku ji ber qezaya teleferîkê ya li Antalyayê xebatkar û berpirsên fîrmaya ku xeta teleferîkê bi rê ve dibe û xebatkarên fîrmaya ku berpirsê nûjenkirina xeta teleferîkê jî di nav da biryara desteserkirina 13 kesan hat dayîn.

Li navçeya Konyaaltiyê ya Antalyayê stûneke Navenda Teleferîkê ya Tunektepeyê ket.

Yek ji kabînên teleferîkê li stûna teleferîkê ya wergeriyayî ket û di bûyerê de kesekî canê xwe ji dest da û 17 kes birîndar bûn.

Derbarê bûyerê de Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê daxuyaniyek da.

Tunç da zanîn ku lêpirsîna edlî ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ve hatiye destpêkirin bi berfirehî berdewam dike û got:

“Di çarçoveya lêpirsînê de şandeya ku ji 2 pisporên tenduristiyê û ewlehiya kar, 2 pisporên makîneyan û pisporekî elektrîkê pêk tê, bi hevahengiya Cîgirê Serdozgerê Komarê û Dozgerê Yekem ê Komarê, ji bo diyarkirina sedema bûyerê û berpirsan, çûn cihê bûyerê û lêkolîn kirin.

Di rapora destpêkê ya ku ji aliyê komîteya pispor ve hatiye amadekirin de tê gotin ku bûyer ji ber kêmbûn/xirabiya girêkên li ser xalên girêdana stûnên hilgirê teleferîkê û xerabûna sîstemên pêçana têlan a li ser stûnan çêbûye.

Hat diyarkirin ku di sîstema wê teleferîkê de rewşa bilez û hawarçûnê nîne.

Herwiha fîrmaya ku xeta teleferîkê bi rê ve dibe û xebatkarên fîrmaya ku berpirsê temîrkirina xeta teleferîkê ne jî di nav da biryara desteserkirina 13 kesan hat dayîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst