Li Antalyayê qezaya teleferîkê: 1 mirî, 7 birîndar

13-04-2024
RÛDAW
Nîşan Antalya Teleferîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê stûna teleferîkeke geştyariyê ket.

Di bûyerê de kesekî canê xwe ji dest da, 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn û 184 kes jî asê mane.

Li navçeya Konyaaltiyê ya Antalyayê stûneke Navenda Teleferîkê ya Tunektepeyê ket.

Yek ji kabînên teleferîkê li stûna teleferîkê ya wergeriyayî ket û 8 kesên tê de ketin xwarê.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristoyê û parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Di pişkinînên tîmên tendirustiyê de diyar bû ku welatiyekî bi navê Memîş Gumuş (54) canê xwe ji dest daye û 7 kes jî birîndar bûne ku 2 ji wan zarok in.

Herwiha 3 kesên din jî di dema rizgarkirinê de birîndar bûne.

Birîndar bi helîkoptereke Fermandariya Ewlehiya Perevan birin nexweşxaneyê.

Ji ber bûyerê teleferîk rawestiya û gelek kesên di teleferîkê de li hewayê asê man.

Ji bo rizgarkirina kesên asê mane û anîna wan a xwarê xebat hatin destpêkirin û ji bajarên derdorê jî tîm çûn cihê bûyerê.

Şaredarê Antalyayê Muhîttîn Bocek jî çû cihê bûyerê û derbarê xebatên rizgarkirinê de zanyarî wergirtin.

Bocek ragihand ku piştî bûyerê parêzgariya Antalyayê maseyeke krîzê pêk aniye.

Bocek diyar kir ku xebatên rizgarkirina wan welatiyên asê mane berdewam in.

Şaredarê Antalyayê da zanîn ku di 52 kabînên teleferîkê de 184 kes asê mane û got, ew dê di demeke kurt de bên rizgarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst