Hewlêr (Rûdaw) - Pisûleyên dengdanê yên hilbijartina Serokkomariya Tirkiyê ya di 14ê Gulanê de hatin pesendkirin. Navê berbijêrê Hevpeymaniya Cumur û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di rêza yekem de ye.
Xelkê Bakurê Kurdistan û Tirkiye roja Yekşemê 14ê Gulana 2023 ji bo hilbijartineke dîrokî diçin ser sindoqan.
Dengder dê di wan hilbijartinan de hem bo Serokkomariyê û hem jî bo parlamenteriyê deng bidin.
Rêkarên wan hilbijartinan jî pêngav bi pêngav tên cîbîcîkirin.
Nûnerê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) yê ÎYÎ Partiyê û Berpirsê Karûbarên Yasayî yê wê partiyê parêzer Mustafa Tolga Ozturk roja Pêncşemê 13ê Nîsana 2023an li ser hesabê xwe yê medyyaya civakî wêneyekê pisûleyên dengdana Serokkomariyê belav kir û ragihand ku ew pisûle ji aliyê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê ve hatiye pesend kirin.
1ê Nîsana 2023an de bo rêzbendiya li ser pisulaya dengdanê tîrûpişk hatibû avêtin. Li gor encaman Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayîp Erdogan di rêza yekem de, berbijêrê Partiya Memeleket Muhharrem Înce di rêza dûyem de, Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu di rêza sêyemîn de û Berbijêrê Hevpeymaniya ATA Sînan Ogan jî di rêza çaremîn de cih digire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse