Malbata Kurd piştî bûyerê amadekariya koçkirina ji Çanakkaleyê dike

Çanakkale (Rûdaw) - Li bajarê Çanakkaleyê li gundê Civer, di navbera malbateke Kurd û malbateke xwecihî de şer çêbû, 2 kes hatin kuştin û 3 kes jî girtî ne. Ev şerê ku li ser çêra pez derket û bû sedema rijandina xwînê, metirsiya êrîşên nijadperestî jî çêdike û ew malbat niha amadekariyên koçeke din dike.

Li Gundê Civer ê Çanakkaleyê niha li hêlekê malbata Cabîr şîn û girî li hêla din hazirî û neçariya koçê heye. Ji ber ku ew êdî li wir xwedî dijmin in. Mala Silêman Cabîr ê 60 salî û bavê 8 zarokan e ku li gundê Civler ê Çanakkale ji hêla leşkeran ve hatibû kuştin. Piştî nakokiya ku pezê wî ketiye zeviya Cabîr, Enver Ozenç wî şer kirine. Pişt re Cabîr bi kêran hatiye birîndarkirin. Dû re kurên wî diçin Enver Ozenç dikujin û leşker jî tên wî dikujin ku bavê 8 zarokan û xelkê Erdîşê bû.

Keça Cabîr Sevîm Cabîr dibêje: “Bavê min bi birînên kur hat û min bi destê xwe derman kir. Min got em herin nexweşxanê go na. Got li birayên xwe bigere bila bên. Ez geriyam û diya min got gazî leşkeran ke. Xwezî min gazî nekira.

Gundê Civer ku ser bi Çanakkaleyê ve ye 60 mal in û 3 jê kurd din. 30 sal e li vir dijîn û ji xwe re milk û zevî kirî ne. Piştî ku Cabîr bi birîndarî tê mal û kurên wî gundiyê xwe dikujin malbat bangî leşkeran dike. Lê hatina leşkeran bi hêrs û lêdan dibe. Dema Silêman Cabîr dibîne leşker lêdaneke giran bi kur û malbata wî dikin, hewl dide xwe bighîne çeka xwe ya di seyarê de. Çek valabûye lê leşkerekî 4 guleyan lê direşîne û wî dikuje.

Li hêla din ve jî heman şîn û girî ye. Termê Enver Ozenç bi beşdariya hemû gundiyan hat definkirin. Li gor wan tu eleqeya mijarê bi Kurd û Tirkbûnê nîn e.

Xizmê Enver Ozenç ê bi navê Elî jî got: “Ew kesekî gelek xirab bû. Heramzadeyek bû. Kesekî ters û ture bû. Guneh bû ku ew camêr hat kuştin. Kesekî gelek baş bu her kesî jê hez dikir.”

Hemû malbat piştî vê ragêşiyê tev de têne destgîrkirin. Paşê jin û zar tên berdan lê kurên Silêman Cabîr Yavuz, Omer û Yucel têne girtin. Herwiha leşkerê ku Cabîr kuştiye jî destgîrkirî ye û lêpirsîn berdewam e.