PDK Bakur bi 'fermî' nayê avakirin: Ev 6 sal in belgeyên partiyê li wezaretê ne

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber ku ev 6 sal in, lêkolîna belgeyên ku Partiya Demokrat a Kurdistanê li Bakur (PDK Bakur) ji Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê re şandine temam nebûye, partiyê nikariye bi fermî avakirina xwe ragihîne. Rayedarên partiyê dê ji ber vê yekê serî li dadgehê bidin.

PDK Bakur di 14ê Nîsana 2017an de daxwaznameya avakirina xwe pêşkêşî Wezareta Navxwe ya Tirkiyê kir. Piştî lêkolîna belgeyan, diviyabû “belgeya erêkirinê” bidana partiyê, lê nehat dayîn. Wezareta navborî piştî demekê, belgeyên ku kêm in ji rayedarên PDK Bakurê xwest ku bêne temamkirin. Belgeyên kêm ên der barê 3-4 endaman de ji aliyê rêveberiya partiyê ve radestî wezaretê hatin kirin.

6 sal in lêpirsîn berdewam e

Her cara ku rayedarên partiyê ji Wezareta Navxwe ya Tirkiyê pirsa belgeyên xwe dike, ji wan re tê gotin ku lêpirsîn berdewam dike. Herî dawî rêveberên partiyê di 24ê Çileya 2023an de dîsa serî  li wezareta dan û xwestin "belgeya wergirtinê" radestî partiyê bê kirin.

Berdevkê PDK Bakurê Hişyar Ozalp ragihand ku Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di nameya ku 23ê Sibatê ji partiyê re şandibû de diyar nekiribû ku ka kîjan "belge kêm in", lê gotine ku lêpirsîna wan berdewam dike.

Hişyar Ozalp derbarê bersiva ku wezaretê ji wan re şandiyê de rêbazên Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ên derbarê damezrandina partiyan de bibîr xist û got: “Dema behsa sedema nedana `belgeya wergirtinê` nakin, ew bi vê yekê bi awayekî eşkere diyar dikin ku lêpirsîn bi awayekî veşartî berdewam dike. Ev bersivname bi serê xwe skandalek hiqûqî ye. Ya yekem, mafê rêxistinbûnê mafekî bingehîn ê mirovî ye ku bi peyman, destûr û qanûnên navneteweyî hatiye garantîkirin.”

Ozalp bal kişand li ser wê yekê ku erka Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ew e ku lêkolîn bike ka belgeyên hatine şandin temam in an na û wiha pê de çû: “Erka wezaretê ew e ku belgeyan bi şeklî lêkolîn bike û yekser 'belgeya wergirtinê' radest bike. Wekî din, wergirtina nêrîna Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind nabe sedema sekinandina karûbarên partiyê. Ya duyemîn jî, nehat gotin ku ka kîjan belgeyên partiyê kêm in û sedema îhmalkirinê jî bi zelalî nehat diyarkirin. Her wiha gotina ku ev 6 sal in lêkolîna belgeyên partiyê berdewam dike, ji bilî pejirandina neqanûniyê ti wateyeke din nîne.”

Ozalp diyar kir ku ew dê têkildarî helwesta Wezareta Navxwe ya Tirkiyê serî li dadgehê bidin.