Erdogan: Heta Cejnê em dê yekem xaniyên piştî erdhejê radest bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erodgan, ragihand ku ew plan dikin bi giştî 650 hezar yekeyên niştecihbûnê û xaniyên gundan  li navçeyên erdhejê ava bikin û got: “Ji niha ve proseya avakirina zêdeyî 85 hezar yekeyên niştecihbûnê û xaniyên gundan destpêkiriye.” Erdogan got ew dê li Dîlok û Mereşê di Cejna Remezanê de yekem xaniyên gundan ku piştî erhejê hatine avakirin radestî qurbaniyên erdhejê bikin.

Serokkomarê Tirkiyê û berbijêrê Hevpeymaniya Milet bo postê Serokkomariyê Recep Tayîp Erdogan, duh Çarşemê 12ê Nîsana 2023an li Koşka Serokkomariyê ligel şaredarî û  tîmên rizgarkirinê yên li hewara qurbaniyên erdheja 6ê Sibatê çûne û mexdûrên wê erdhejê bernameyeke fitarê saz kir.

Erdogan piştî fitarê daxuyaniyek da çapemeniyê û bal kişand ser karûbarên jinûveavakirinê yên li 11 parêzgehên erdhejên 6ê Sibatê.

Serokkomarê Tirkiyê ragihand ew dê 147 hezar ji wan xaniyên gundan û 503 hezar ji wan jî yekeyên niştecihbûnê, bi giştî 650 hezar xanî û malan li navçeyên erdhejê ava bikin.

Erdogan da zanîn ku ew dê 319 hezar yekeyên niştecihbûnê bo qurbaniyên erdhejê di nava salekê de ava bikin û got: “Ji niha ve proseya avakirina zêdeyî 85 hezar yekeyên niştecihbûnê û xaniyên gundan destpêkiriye.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Serokkomarê Tirkiyê amaje bi wê yekê jî da ku ew dê li parêzgeha  Merêşê ku navenda erdhejên 6ê Sibatê bû û parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê yekem xaniyên gundan ku piştî erhejê hatine çêkirin, di Cejna Remezanê de radestî qurbaniyên erdhejê bikin.

Serokkomarê Tirkiyê wiha axivî: “Em ji derveyî rojeva hilbijartinê, xebatên jinûveavakirinê yên li herêma erdhejê,  ji nêzîk ve dişopînin. Em karûxebatên xwe yên rakirina kavilan, ji bilî Hatayê li bajarên me yên din bi izna xwedê  heta cejnê temam dikin. Di avakirina yekeyên erdhejê de jî, em ti wextekî  xwe winda nakin. Em  plan dikin li navçeyên erdhejê 507 hezar ji wan yekeyên niştecihbûnê û 143 hezar jî xaniyên gundan, bi giştî 650 hezar malên nû çêbikin. Em dê 319 hezar ji wan di nava salekê de radestî  xwedîyên wan bikin. Ji niha ve proseya avakirina zêdeyî 85 hezar yekeyên niştecihbûnê û xaniyên gundan destpêkiriye. Ji van kevirê bingehîn ê 43 hezaran hatiye danîn. Înşallah, li Meletiyê piştî erdhejê di roja 66emîn de em dê girêbesta 100 hezar avahiyan çêbikin û proseya avakirina wan bidin destpêkirin. Heta dawiya Gulanê jî em dê vê hejmarê bo 319 hezaran temam bikin.”

Roja 6ê Sibata 2023an 2 erhejên bi hêza 7.6 û 7.7 li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê çêbûn. Ew erdhej li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bûn sedema wêrankariyên mezin û bi deh hezaran avahî  hilweşiyan. Li gor amarên fermî zêdeyî 50 hezar kesan jî li wan 11 parêzgehan bi sedema erdhejê canê xwe ji destdane.