HUDA-PAR: Me di prensîbê de li hev kir, lê di hûrgiliyan de zelaliyek tune

13-03-2023
RÛDAW
Nîşan HUDA-PAR AKP Zekeriya Yapicioglu Numan Kurtulmuş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu pişt hevdîtina bi şana AKPê re got “Me ragihandibû ku em dê piştgiriyê bidin birêz Erdogan. Me helwesta xwe ragihand. Di prensîbê de ti pirsgirêk nîne ku bi hev re beşdarî hilbijartinên parlamentoyê bibin, lê di derbarê hûrgiliyan de jî zelalî nîne.”

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş û Berpirsiyarê Karên Hilbijartinê yê AK Partiyê Alî Îhsan Yavuz serdna serdana Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu kirin.

Piştî serdanê Numan Kurtulmuş û Zekeriya Yapicioglu daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Kurtulmuş got “Bêguman partiyên di nav tifaqê de her yek ji wan nasnameyeke cuda ya sazîtî, her yek ji wan programa partiyê û fikrên ên siyasî hene.  Lê ya ku me tîne ser xala hevpar prensîbên me ne. Me hevdîtinên xwe berdewam kir. Di rojên pêşiya me de dê ev were ser xaleke diyar, bi raya giştî re bê parvekirin. Di rojên pêşiya me de dê hevdîtinên me zelal bibin. Dê bi we re bêne parvekirin. Ji ber piştgiriya serokkomarê me em spasiya wî dikin.”

HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu jî dibêje “Me ragihandibû ku em dê piştgiriyê bidin birêz Erdogan. Me helwesta xwe ragihand. Di prensîbê de ti pirsgirêk nîne ku bi hev re beşdarî hilbijartinên parlamentoyê bibin, lê di derbarê hûrgiliyan de jî zelalî nîne.”

“Me di meha Çile de pêşniyara tevlîbûna tifaqê wergirt”

Yapicioglu di berdewamiya axavtina xwe de wiha got “Ez jî li pêşberî we spasiya şanda AK Partiyê ya serdana me kir dikim. 2 roj berê di civîna çapemeniyê de me ragihandibû ku em dê piştgiriyê bidin serokkomarê me Erdogan. Di hilbijartinên 2018an de jî heman rewş hebû, wê demê jî me piştgiriyê dabû. Ji xeynî vê şerên ku li derdora me dewam dikin hene. Şerê li Sûriyê kete 13emîn sala xwe. Di vê pêvojayê de dê encamên pir cidî yên hilbijartinê hebin, em dizanin gavên bên avêtin pir giring in û raga giştî jî pesnê vê dide. Lê mixabin qonaxa ku em gihiştinê, em dibînin ku di van çend rojên dawî de di gelek mecrayên cuda de ev bûyer hatiye nîqaşkirin. Me gotibû li cihekî menfaeta gel lê hebe , gava dema wê hat am dê gavên pêwîst bavêjin. Di gevdîtina me ya di meha Çileyê de ku me bi birêz Serokkomarê me re kiribû de derbarê mijara tevlîbûna tifaqê de me teklîf wergirtibû. Karesata erdhejê kate navberê. Niha hevdîtin dîsa dewam kirin. Di prensîbê de, bi hev re tevbigerin pirsgirêk nîne. Di rastiya wê de zelaliyek tune. Rewşeke veşartî nîne. Pêşîtiya me, selametiya miletê me ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst