Kameramanê Rûdawê Enes Ozgultekîn hêjayî xelatê hat dîtin

13-02-2024
RÛDAW
Nîşan Enes Ozgultekîn Komeleya Kameremanên Nûçeyan a Tirkiyeyê Xelat Erdhej sarsilMA
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Kameremanên Nûçeyan a Tirkiyeyê (THKD), kameremanê Rûdawê Enes Ozgultekîn ji ber dîmenên ku li herêma erdhejê girtine hêjayî xelatê dît.

Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat (GGC) derbarê rojnameger û kameremanên ku ji aliyê Komeleya Kameremanên Nûçeyan a Tirkiyeyê ve hêjayî xelatê hatine dîtin daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat de wiha hat gotin, komeleya navborî xelat da kes û saziyên ku ked wan di berhema sarsilMA’yê de heye.

Berhema “sarsilMA”yê ji bîranînên rojnameger, kamereman û nûçegihanên ku di dema erdhejên Mereşê de çûnê herêmê pêk tê.

Endamên Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat nûçegihanê DHAyê Burak Emek û kameremanê Rûdawê Enes Ozgultekîn hêjayî xelata Komeleya Kameremanên Nûçeyan a Tirkiyeyê hatin dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst